Perwerdekirina jinan di warê aborî de

Jinan îsrara li hember zehmetiyan ji xwe re kirine prensîba jiyanê û bi saya îrade û îsrara xwe her yek ji wan dikaribû hîn bibe û xwe perwerde bike. Dema ku digihîjin wê astê ji bêkariyê derbas dibin û dikarin rewşa xwe baştir bikin.

NAZÎHA BOSAÎDÎ

Tûnis- Zina Meayziye, jinebî ye û dayika pênc zarokan e, li gundekî xizan û bê îmkan dijî. Bi tena serê xwe bi xizaniyê re rû bi rû maye û zarokên wê bi devberdana xwendinê tên tehdîtkirin lê ew teslîmî çarenûsa xwe nebû û dikaribû bibe jineke xwenda û xwedî kar.

Zina Meayziye ku li herêma Takrona ya parêzgeha El Kef dijî wiha dibêje: "Hevserê min ez bi 5 zarokan re hiştim. Ez nizanim çawa debara wan bikim. Ez li devereke dûr a nêzî sînorê Cezayîrê dijîm ku ne çavkaniyek ji bo kar û ne binesaziyek têr lê peyda dibe. Ez jinek nexwenda me. Ez bi danûstandina bi mirovan re kêm dimînim, ji ber vê yekê bar giran bû loma neçar mam ku du kurên xwe bê xwendin bihêlim. Lê bi saya alîkariya saziyên civaka sivîl, ez dikaribûm fêr bibim û bixwînim, dizanibûm telefona destan bi kar bînim, bi belgeyan re mijûl bibim û min perwerdeyê di berhevkirina giyayên daristanan û veguherandina wan ji bo rûnên bi tendurist dît. Vê yekê hişt ku ez berhemên xwe bi riya kooperatîfekê bifiroşim komek jinên cotkar.”

“Min giyayan ji daristanan berhev kir û rûnê wan derxist”

Zina Meayziye behsa  zehmetiyên ku dijî kir û got: "Em giyayên ji daristanan tînin ku ev pêvajoyek ne hêsan e, ji ber metirsiya daristanê her wiha danasîn xema her kesê xwedî proje ye. Jixwe bi riya vî karî min dikaribû zarokên xwe ji nexwendina dibistanê rizgar bikim.”

Ji ber ku Zina Meayziye li deverek dûr dijî, bi qasî 8 km. ji ber nebûna wesayîdan dimeşe û hewl dide hînî perwerdeya mêşvaniyê bibe li ser wê yekê wiha dibêje: "Min ji perwerdeyê sûd digirt û dikaribûm alîkariya keça xwe di xwendinê de bikim. Xelk jî êdî ji min pirsa karê mêşvaniyê yê ez dikim dike.”

Ji bo zarokên xwe yên keçik bide xwendin xwarinên herêmî çêkir û firot

Ramana paşverû ya ku hê jî li ser civakê bi taybetî li gundan serdest e, bûye sedem ku gelek mêr nehêlin jin perwerde bibînin, an bixebitin û Nabîla Nabtî jî yek ji van jinan e. Ew Di 17 saliya xwe de zewiciye û 3 zarokên wê yên keç hene û hevjînê wê kesekî serdest bû, hewl dida ku nehêle keçên wê xwendina xwe berdewam bikin. Ji ber vê yekê wê biryar da ku ji wî veqete, ji bo pêşeroja zarokên xwe yên keç xwe rizgar bike û di çêkirin û firotina xwarinên herêmî de li taxa xwe bixebite.

Nabîla Nabtî wiha didomîne: "Mixabin hevserê min ji min re nebû piştgir lê bi saya îrade û îsrara xwe, ez dikaribûm xwe dûr bixim û min çavkaniyek baş ji bo debara xwe û keçên xwe dît.”

Bi hezkirina ji karê dirûtinê re xeyala xwe pêk anî

Meryem Xelfeûyî jî yek ji wan jinan e ku dikaribû dersên dirûtinê li Navenda Yekitiya Niştimanî ya Jinên Tûnisî li parêzgeha EL-Qeyrewan bişopîne, wiha dibêje: "Min ji salên ciwaniya xwe ve ji dirûtinê hez dikir lê malbata min ev yek red kir û min dev ji dibistana navîn berda, zewicîm û zarokên min çêbûn lê meraqa min a dirûtinê neqediya. Hevserê min piştgirî da min ku fêrî dirûtinê bibim min xewna xwe ya fêrbûna dirûtinê pêk anî û min hewl da pê debara malbata xwe bikim, ji ber ku pêdiviyên jiyanê buha bûne û mûçeyek tenê jî têr nake.”

Li aliyê din Nadia Sasî jî mamosteya ji bo perwerdekirina kesên temenê wan mezin e bal kişand ku ew di destpêkê de fêrî alfabeyê bûye û dûre hînî xwendin û nivîsandinê bûye, piştre derbasî atolyeya mêşvaniyê bûye û wiha domand: "Perwerde di nava salekê de bi du dersên di nava hefteyê de berdewam dike û piştî xwendinê di warê mêşvanî û hilberîna hingivê xwezayî de projeya xwe ava dike.”

“Nêzîkatiya me ya perwerdeyê bala jinên xwendekar dikşîne”

Sendîkavan û berpirsa perwerdeya beşa jinan Nejat El-Eswed diyar kir ku nêzîkatiya nû ya perwerdekirin û hînkirina jinan yek ji wan jêhatîbûnên ku bûye sedema kişandina zêdetir xwendekarên jin e. Jin her dem dixwazin kêf bikin bi avabûna taybetmendiyek ku ji wan re jêdera debarê ye xwe bi pêş bixin, ji bo ku bibin hêmanek çalak di civakê de û temînata jiyanê pêk were.

Herî dawî lêkolînera perwerdeya mezinan û çalakvana civaka sivîl Moniya El-Manaî diyar kir ku perwerdeya jinan bi giştî kûrtir e, di warê aborî de jinan bi hêz dike û got: “Xwendekarên temenê wan mezin xwedî taybetmendî ne, bi taybetî jineke ku xwedî gelek barên giran û erkan e. Perwerdekirina jinên bi temen di warê aborî de hêz dide û bi wan maf û erkên wan dide nasîn.”