Piştî 10 salan pembû hat çandin

Çandiniya pembû yek ji girîngtirîn çandiyên di Rojhilata Navîn de ye û jê re dibêjin “zêrê spî” her wiha di rêza duyemîn de li ser asta cîhanê tê dîtin di aliyê berhemdayînê de di çêkirinên tekstîlê de xwedî hêjahî ye.

ROJ HOZAN

Qamişlo – Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê axa wê di aliyê çandiniyê de dewlemend e û herêma herî zêde li Sûriyeyê cureyên çandiyên lê tê dîtin e. Di van salên dawiyê de aloziya ku li Sûriyeyê derket bû sedem ku gelek cureyên çandiniyê li herêmê bên jibîrkirin ew jî vedigere kêmbûna derfetên peydakirina çandiniyê. Çandina pembû yek ji girîngtirîn çandiniyên di herêmê de ye û her sal piştî rakirina genim cotkaran di dema havînê de dest bi çandina wê dikirin. Bi van salên aloziyê re heme bibêje ev çandinî winda bû ji ber kêmbûna peydakirina avê her wiha kêmbûna baranê di dema zivistanê de. Kampanyaya gel a çandiniyê îsal careke din ev çandinî zindî kir û derfetên kar ji cotkaran re çêbûn ku dîsa vegerin çandiniya pembû ji ber pêwîstiya herêmê bi çandina wê heye. Bi qasî 500 donim erd ji bo çandina pembû hat veqetandin û weke yekem tecrube berhemdayîna wê ji sedî 80 serkeftî bû. Têkildarî mijarê Endezyara çandiniyê Ahîn Xelîl ji me re axivî.

‘Çandina pembû li herêmê pêwîstiyeke girîng e’

Ahîn Xelîl behsa çandina pembû li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û berhemdayina wê kir û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Pêwîstiya herêmên me bi çandiniya pembû heye ji ber kêmderfetên peydakirina zeytê û wekî din peydakirina tovê çandiniya wê me xwest îsal weke tecrubeya yekemîn em careke din vê çandiniyê zindî bikin. Di meha Gulanê de me dest bi çandina wê kir û projeya xwe kir pratîkê. Li aliyê din jî me hemû pêwîstiyên heyî kirin xizmeta wê ji vekirina bîrên avê û peydakirina mazotê ji ber çandiniya pembû esasê wê av jê re pêwîst e. Rojê 8 saetan me avdaniya wê dikir lê dema hawa germ bû me avdaniya wê kir 10 saet. Li kêleka wê jî gelek nexweşî derketin me ew derman kirin, ji bo ku berhemdariya wê baş. Li gorî ku cara yekem e berhema wê pir baş bû ev jêkirina duyem e ji ber ku berî niha me destek jê rakir. Bi rastî cihê kêfxweşiyê ye ku îro em dibînin careke din çandiniya pembû li herêmê zindî bû.”

‘Pembû çandiniyeke pir bû sûd e û berhemên jê çêdibin zêde ne’

Ahîn Xelîl bal kişand ser berhemên pembû û wiha pêde çû: “Piştî em pembû berhev dikin dibin kargehê paqij dikin û paşê tov û pemû ji hev cuda dikin. Feydeyên pembû pir in heya axa pembû lê tê çandin bi feyde ye. Dendika wê em weke tov radikin û yên din jî li kargehan dikin zeyta pembû. Her wiha pembû bi xwe jî diçe kargehên taybet û jê cil û berg tên çêkirin. Bi rastî niha me 12 cure pembû çandine armanca me ya esasî bi vê yekê ew e ku em destpêkê tovên wê rakin ji bo bizanin kîjan tovê herî baş li herêmê şîn dibe û wê esas bigrin. Berî çand salan pembû pir kêm dihat çandin ji ber ev çend sal in baran nebariye çandina pembû ne serkeftî bû û cotkar ditirsiyan biçînin. Wekî din piştî em pembûyê xwe radikin şaxikên wê yên şîn dibin ji sewalan re û darên wê dema hişk dibin gelek malbat ji xwe re ji bo şewatê bi kar tînin, nan û xwarinê li ser agirê wê çêdikin. Ya din jî sala ku pembû hatibe çandin piştî wê demsalê dema em genim biçînin axa wê pir vîtamîna digre û berhema genim jî baş dibe. Her wiha karmendên me hemû jin in û rehetiyeke xweş û xurt di aliyê kar û danûstandinê de di navbera me de heye. Hêviya min ew e ku her dem pembû were çandin li herêmê.”

‘Çandina pembû li herêmê derfeteke baş e ji bo karmendan’

Karmend Eyşa Ebd-El Kerîm behsa rêwîtiya jiyana xwe ya di nava çandina pembû de kir û wiha got: “Ev 18 sal in ez karê çandiniyê dikim, piştî hevjînê min çû ser dilovaniya xwe barê zarok û malê ket ser milên min. Ji zaroktiya xwe ve di nava zeviyên pembû de min xwe dîtiye mala bavê min her sal pembû diçandin û min bi xwe jî di nav de kar dikir. Çandina pembû li herêmê derfeteke baş bû ji bo me ji ber piraniya mirovan koçber bûne û jiyana wan li ser çandiniyê ye. Nêzî 70 karmendên jin li vir kar dikin. Derfetên kar li herêmê pir in, niha pêwîst e di navbera mehekê de em rakirina pembû xelas bikin ji ber ku dema cotkirina erdê ye dê genim li şûna wê bê çandin berî em derbasî zivistanê bibin. Bernameya me jî ji siharê ve dest pê dike heya danê êvarê. Em jinên kedkar in ji bo wê girêdana me bi vê axê re pir qayîm e.”