Yekemîn projeya jinan a hilberîna kivarkan li Xezayê

Ala El-Mesrî û xebatkarên wê yên jin, ji bo pevguhertina tecrubeyên li ser astengiyan û çawaniya derbaskirina wan di dema çêkirina kivarkan de û ji bo kontrolkirina kalîteya hilberê bi laboratûwarên li welatên cihê re danûstendinê dikin

RAFİF ESLEEM

Xeza – Ala El-Mesrî dema ku li yek ji pêşangehan bû kivarkên xwemalî dît û tama wan eciband ji ber ku heman tama goşt dide, ji ber vê yekê biryar da ku dest bi projeyek berhmanîna kivarkan bike. Ji sala 2018’an ve Ala El-Mesrî dest bi projeyek berhemanîna kivarkan kiriye.

Ala El-Mesrî diyar kir ku wê perwerde dîtiye da ku fêr bibe ku çawa axa ku tê de kivark tê de tê çandin, amade bike, nemaze ji ber ku tenê welatê ku kivarkan çêdike Polonya ye û wiha pê de çû: “Dûv re ez fêr bûm ka meriv çawa ji nebata kivarkê ku bi tena serê xwe li zeviyên çandiniyê şîn dibe, tovên ku ji bo hilberîna cûrbecûr guncan in derdixin. Min çar salan biyoteknolojî xwend da ku hemî tiştê der barê hilberîna kivarkan de fêr bibim. Min bi sazî û wezaretan re gelek kursên perwerdeyê dîtin. Piştî çend hewldanan, min ilbeyên xwe yên yekem ên kivarkên El-Xoşene hilberandin û laboratûara xwe vekir, ku niha mîqdarên taybetî ji navendên firotanê yên cihêreng ên sektorê re peyda dike.”

Kîvarkan lêkolîn dike

Proje mezin bû û Ala Al-Mesrî hewceyê kesek bû ku di hilberîn, kirrûbirra û rêvebirinê de alîkariya wê bike, ji ber vê wê biryar da ku ekîbek jin ava bike. Ala Al-Mesrî wiha got ku ekîba wê ya jin ji neh keçan pêk tê ku li ser gelek beşan hatine belav kirin û wiha axaftina xwe berdewam kir: “Em civînan li dar dixin da ku em li ser ramanan nîqaş bikin. Min endamên tîmê hilberînê li ser cûreyên ku min di bazara herêmî kir bi serfirazî pêşkêşî kirin, perwerde kir da ku pêvajo bidome. Niha ez li ser celebek nû ya kivarkê lêkolîn dikim.”

‘Xebata min a bi ekîbeke jin re hêz û şiyana hilberînê daye min’

Ala El-Mesrî û ekîba wê bi laboratuarên Cezayîr, Amerîka û Nablusê re danûstendinê dikin, ji bo pevguhertina ezmûnan derbarê astengan û çawaniya derbaskirina wan di heyama çêkirinê de û kontrolkirina kalîteya hilberê û piştrastkirina ku ew li gorî standardên navneteweyî ye.

Ala El-Mesrî da zanîn ku ew hewl dide ku kampanyayek mezin a kirîn û firotinê bide destpêkirin ku bi riya wê projeya xwe bi broşurên ku celebên kivarkên ku têne hilberandin vedihewîne ragihîne û wiha anî ziman: “Mehê 400 kîlo kivark tê çêkirin. Ez ji Wezareta Aboriya Neteweyî daxwaz dikim ku piştgiriyê bide projeya min, ji ber ku ew yekem car e ku projeyek bi vî rengî li Xezayê tê destpêkirin.”

Berpirsiyarê dikana serhêl Esîl Ebû Neda diyar kir ku ew berê ji bo serdana hevala xwe dihat laboratuarê, lê piştî ku xwendina xwe ya zanîngehê qedand bi bêkariyê re rû bi rû ma, lewra dema Ala El-Mesrî jê re got ku ji bo li laboratuarê de kar bike ew kêliyekê dudilî nebû û yekser qebûl kir û wiha got: “Xebata min a bi ekîbeke jin re hêz û şiyana hilberînê daye min.”