Çanda mîdye bi keda jinan didome

Hema bêje piraniya mîdyên ku li kolanên Stenbolê tên xwarin, beriya ku cihê xwe li ser firoşgehan bigirin, di destê jinan re derbas dibin. Her çendî çêkirina mîdya ku bi gelenperî debara jinên Kurd e, weke berê debara xwe nake jî, jin rojê nêzî 12 saetan xwe ji bo vî karî cûda dikin. Em bi Xecê Çivak a ji Mêrdînê û Dîdar Nahme yê ji bajarê Dirbêsiyê yê Rojava re, destpêkê li ser jiyana wan û piştre jî li ser çêkirina mîdye yan axivîn.

Durket SUREN
Stenbol - Mîdyên ku berê wek pêşxwarina Ermenî û Yûnanan dihatin zanîn piştî salên 90’î ji ber valakirina gundan û koça zêde ya ber bi bajarên Stenbol û Îzmîrê ve dest guhert. Mîdye ya ku ji sifreyên pêşxwarinê derbasî esnafên kolanan dibe, bi taybetî ji bo welatiyên Mêrdînê bûye çavkaniya debarê.
Qedexeyên şaredariyan bi hincetên cuda, ji derxistina behrê bigire heta hilberandin û firotina esnafan, mexdûriyeta bi hezaran kesên ku bi mîdye debara xwe dikin, dewam dike. Mîdyeyên ku ji behrê tên komkirin, piştre di hemû qonaxên xwe de bi keda jinan tên amadekirin. Weke li gelek navçeyên Stenbolê, li Tarlabaşiya girêdayî navçeya Beyoglûyê jî tevî qedexeyan hema bêje li her qatê jêrzemînê hewl tê dayîn çêkirina mîdyan tê domandin. Jinên ku ji ber qedexeyê ditirsin xuya bibin, di bin şert û mercên zehmet de hewl didin aboriya malê peyda bikin, Xecê Çivak a ji Mêrdînê û Dîdar Nahme ji bajarê Dirbêsiyê yê Rojavayê Kurdistanê ji me re behsa çêkirina mîdye, zehmetiyên ku pê re rû bi rû mane û zehmetiyên xwe yên aborî kirin.
"Em neçar man koç bikin û ketin nava karê midyeyê" 
Xecê Çivak a ku di temenekî biçûk de neçar ma bi malbata xwe re ji Mêrdînê koç bike, çawa dest bi karê mîdyeyê kiriye bi van gotinan vedibêje. “Dema em ji bajarê xwe hatin derxistin, ez hê zarok bûm. Em neçar man ji Mêrdînê koç bikin. Em hatin vir, em karê mîdye dikin. Dema em hatin em di rewşeke pir dijwar de bûn. Em feqîr bûn, xerîb bûn, me nikarîbû herin cihekî. Rewşa debara me ne başbû. Dema ku em difikirîn ka emê çi bikin, me dest bi mîdye kir. Em mîdy3 çêdikin, lê mîdya jî pir zehmet e. Ev çend sal e ez li vir im. Ez li vir zewicîm, zarokên min çebûn, hîn jî mîdye çêdikim. Zehmetiya mîdye zêde ye.” 
Xecê Çivak anî ziman ku ew ne karekî rehet e û wiha behsa qonaxên çêkirina mîdyeyan dike.“Em saet di 5’ê sibê de tên û heta nîvro seer 12’an em li vir in. Mîdye di makîneyên cil şuştin yên kevin de têne şuştin, paşê piştî ku di çend qonaxên din re derbas dibin dîsa tên şuştin. Em mîdyeyan vedikin, tevlihev dikin, hilbejerîn, paqij dikin, dipêjin û difiroşin. Em di rewşeke dijwar de ne. Em ji neçarî vê dikin. Ev ne karekî rehet e.” 
"Tevî şert û mercên û nexweşiyên we, em neçar in" 
Xecê Çivak, da zanîn ku ew bi berdêl karê mîdyeyê dike û destnîşan kir ku ew yek ji jinên ku tevî şert û mercên zehmet jî neçar man vî karî bike û wiha pêde çû: "Ji behrê tên, em ji vir bi kîsan dikirin, çêdikin û paşê didin kesên ku ji tezgah an bûfeyan tên. Em debara xwe bi vî awayî dimeşînin, ji ber ku peyda kirina debarê pir zehmet e. Ji ber vê yekê her tişt buha bûye û êdî em nikarin debara xwe bikin, zarokên min hene. Bi rastî pir zehmet e. Ma ji neçariye em çi bikin? Karekî dijwar e, lê em dikin. Em bi gelek nexweşiyan dikevin, fitiqa piştê bi me re çêdibe, çokên me diêşin, avik dikevin destên me, çopa wê heye em davêjin, ji hev vediqetînin, tevlihev dikin, zehmetiya we pir zêde ye. Nexweşiya wê pir heye. Hûn li kîjan nexweşiyê bigeri derkeve holê. Ji bo jinan karekî zehmet e, lê ji ber ku debara me nine divê em vî karî bikin. Ger debara me hebûya, rewşa me ya aborî li cih bûye, helbet me vê karî nedikir. Em ji neçarî vê yekê dikin.”
“Şaredarî pirsgirêk derdixe” 
Xecê Çivak, diyar dike ku polîs û zabîteyan ji wan re tengasî derdixînin, sedema vê yekê jî bi wê yekê ve girêdide ku Kurd karê mîdyeyê dikin û wiha domand: “Şaredarî jî pirsgirêkan derdixe. Mînak ji behrê mîdye derdixin, hemûyan dixin tûrikan, dû re jî polîs diçin û diavêjin. Ew jî pirsgirêkek mezin e. Berê me tûrikê wê bi 30 Tl dikirîn, niha bi 70-80 TL dikirin, lê destek derdikeve. Hemû zibil e. Êdî ji aliyê aborî ve tû feyda we nîne. Ew jî zehmet e. Ji ber ku em Kurd in naxwazin em zikê xwe têr bikin. Em ji gundê me derxistin û koçber kirin, nahêlin em li vir jî têr bibin. Hemû astengiyên wan ên ji ber vê yekê. Em her tim dibîn zextan de ne. Bi her awayî destûrê nadin tezgehan. Gava ku wan dibînin, wan digirin. Ger hûn dikarin bifroşin bufeya, hûn ê bifroşin, wekî din pir zehmet e.” 
Xecê Çivak destnîşan kir ku dahata mîdyayan ji mûçeya herî kêm çêtir e, lê ji ber ku destûr nay dayîn wek berê nekarîn sûdê bibînin, wiha dibêje: “ Dahata we base lê destûr nadin. Hinek roj ji aliyê zabitayan we tên girtin û hinek rojên ku em çênakin dibe. Tengasî pir e. 
“Li vir her kes kurd e, her kes feqîr e, her kes mîdyefiroş e” 
Xecê Çivak a ku destnîşan kir di pêvajoya pandemiyê de ji malbata wê kes nexebitiye, çêkirina mîdyeyên dagirtî wiha vedibêje: "Em di dema pandemiyê de vala bûn. Ez dikarim bêjim em tenê li wir rûniştin. Em di 5ê’ sibê de tên vir. Em pîvazan hûr dikin û birinc çêdikin. Piştî amadekirina birincê em mîdyeyên ku me vekirin tijî dikin. Piştrê ji dikelin in. Em amade dikin û dixin torbeyan û didin kesên ku dikirin, ew jî diçin û difiroşin. Zarokên me dibin, karker jî digirin û difiroşin. Hinek li ser bufeyê, hinek jî li ser tepsiyê di tezgahan de difiroşin. Hemû kes dibe cihekî. Li Tarlabaşiyê her kes bi awayekî vî karê dike. Tu li ku binêre her kes kurd e, her kes feqîr e û her kes vî karî dike. Tu biçî kîjan jêrzemînê, kurd hene û midye çêdikin. Her kes hewl dide bi vî awayî debara xwe bike.” 
"Şert giran in, lê ez neçar im debara xwe bikim" 
Dîdar Nahme ya ku 8 sal berê ji bajarê Dirbêsiyê yê Rojavayê Kurdistanê hatî û li taxa Tarlabaşi ya Stenbolê bi cih bûye jî çawa fêrî vî karî bûye, şert û mercên wê bi van gotinan bi me re parve dike.“Em li aliyê Dirbesiyê ne. 8 sal in em li vir in. Ji ber pandemiyê em du sal nebixebitin. Ji xeynî vê, piştî em hatin vir, kesên li vir me fêrî kar kirin. Me pêşî nizanibû, lê niha ez dizanim. Zarokên min jî dixebitin. Em bi rê ve dibin, lê ji ber ku hevjînê min ne li vir e, em zehmetiyan dikişînin. Şert giran in. Lê divê ez debara xwe bikim. Divê ez bixebitim. Dema ez hatim zarokên min biçûk bûn. Niha hinek mezin bûne. Baş an xirab ew alîkariya min dikin. Ez rojê 12 saetan dixebitim û hewl didim îradeya xwe bidomînim."