Li Xezayê jin bi vezîvirandinê xwezayê diparêzin

Nêzî 300 jinên ji parêzgehên cuda yên bakûr û başûrî Xezayê li ser projeye vezîvirandina plastîk kar dikin, bi poryeka ku girîngtirîn projeyê jîngehê ye xwezayê diparêzin.

RAFIF ESSLEEM

Xeza – Plastîk ji bo jîngehê madeyek bi zirar e, ji ber ku yek ji madeyên ku bi dem dirêjî di xwezayê de wenda nabe ye, gelek madeyên jehrî dertîne û bandorê li ser ax û ava binerd dike. Bi hevkariya navenda kar û barên jinan Welaa Ebo Teyr û Asmaa Tamos li Xezayê di Cotmeha 2022’yan de yekem kargeha vezîvirandina plastîk vekirin û di kargehê de 300 jinên ji parêzgehên cûda yên Xezayê kar dike.

Ji bo proje ked û hewldanek mezin dane raberkirin

Der barê projeya vezîvirandina plastîk de Welaa Ebo Teyr dibêje: “Diviyabû fikrek cuda ji bo kar pêşkêşî navendê bibûya. Piştre plastîk hilbijartin, mekanîzmayên projeyê û plansazkirina wê ji aliyê navenda kar û barên jinan hate pejrandin. Piştî kedek mezin û gelek hewldanan proje di Cotmeha 2022’an de kete pratîkê.”

Bi beşdariya jinan gelek berhem hatiye amadekirin

Asmaa Tamos jî da xuyakirin ku proje ji gelek pêvajoyan derbas bûye û wiha got: “Destpêkê pêvajoya komkirina plastîk bû bi beşdariya komek jinan ji gelek herêmên Xeza weke Dêr El-Beleh, XanYounis û Refeh. Cihek baş ji bo berheman hat amadekirin ku piştre li bazara navxweyî û derve  hatin firotin. Karê vezîvirandinê di kargehê de ji 3 pêvajoyan derbas dibe, destpêkê hûrkirin e, makîneya yekem plastîkê komkirî pêşwazî dike û hûrdike. Di pêvajoya duyem de jî diçe şûştinê û paqijkirinê. Herî dawî jî plastîkê hûrkirî û şûştî diçe makîneya zuhakirinê ku madeya xam ji avê xilas dike wisa amade ye têkeve qutiyan û bişînin frotinê.”

Asma Tamos û Welaa Ebo Teyr hêvî dikin projeya wan berfireh bibe ji go gelek jin bi wan re kar bikin, ew girîngiyê nadin astengiyan ku li pêş pêşketina wan raweste û hewl didin ku bi vê awayê gelek pirsgirêkên jingehê çareser bikin.

Parastina xwezayê

Der barê projeya vezîvirandina plastîk a li Xezayê, Koordînatora Navenda Karûbarên Jinan Îsraa el-Xoce jî nerînê xwe anî ser ziman û wiha behsa kar kir: “Armanca projeyê xurtkirina jinan bi riya amadekirina derfetên kar ji jinan re ku li gor jîngehê bin û bandora guhertinên  hewayê li ser bajêr kêm bikin. Projeyek afrîner bi rêveberiya jinan vekirin bi navê xurtkirina jinan û rêveberên jin di têkoşîna dijî bandorên neyînê yên guherînên hewayê. Plastîk ji nav madeyên tên vezîvirandin hate hilbijartin ji ber ku ew bêhtir tê dîtin û di malan de tê bikaranîn, rêjeyek mezin ji bermahiyên hişk plastîk e divê bi awayekî ewle ji bo tendrûstiya jinan û jîngeha derdorê bê xilaskirin.”

Îsraa el-Xoce Tiştê di berdevamiya axaftina xwe de anî ziman ku dema jin dest bi kar kirine bi hişyarî nêzî kar bûne û wiha qal dike: “Tiştê balkêş ew bû ku gelek jinan nizanîbûn plastîk ji bermahiyên hişk e ku zirarê bi jîngehê dike, lewma diviyabû ji sifirê de pêre kar bikin ji bo zanîna pêwîst bidinê, ew plastîk ji malên xwe û derdora xwe kom dikin nêzî 15 ton madeyên xam komkirine piştre ew made şûştine û radestî kargeha kirine.”

Derdorê 300 jin di vê karê de cîh digirin

Îsraa el-Xewaca destnîşankir ku wan di destpêka karê xwe jinan re gotine gelek cureyên plastîk hene û ne hemû ji bo vezîvirandinê baş in, wan di komkirinê de hejmarên sembol taybet bikartînîn ku hemû berhemên tên komkirin yek taybetmendî bin. Îsraa el-Xewaca anî ziman ku derdora 300 jin ji parêzgehên cuda di vê projeyê de kar dikin û wiha pê de çû: “Projeya vezîvirandina plastîk yek ji projeyên jîngehî ne divê kar li ser pêkirin ji bo gelek sedeman di serî de dema plastîk dihele madeyên jehrî dertên û derbasî binerdê dibin wisa jî hemû av, ax û çandinî herî zêde tê armanc girtin. Proje li ser kebaniyên malan tekez dikin ji bo beşdarî prosesa parastina jîngehê ji kiryarên bizirar bibin, ew jinên dibeku baş encamên wan kiryaran nizanin, jin beşa ku civakê ava dikine.

‘Sedemê bingehîn serkeftina projeyê jin e’

Îsraa el-Xewaca di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku beşdariyek jinan mezin di projeyê de heye, ew jin sedema bingehîn yê serkeftina pêvajoya yekem ya projeyê ye û wiha got: “Pêşxistina projeyê yek ji armancên pêşeroja navendê ye ku hişt gelek jin li herêmên dîtir bixwazin di projeyên wisa de kar bikin. Di dema bê de dê kargehên nû yên hurkirina plastîk di herêmên Xeza cuda de bê vekirin. Herêma hatî armanckirin cihekî dûrî xizmetguzariyan e, di çend rojên bê de kar ji jinan di projeyê de tê xwestin.”