Li Mêrdînê werza çêkirina dimsê

Jinên ku tiriyên komdikin bi gelek mualeme derbas dikin û dims û bastêq çêdikin, bi saetan li ber sitîlên dikelin disekinin. Jinan dibêjin ji ber nebarîna baranê ew nekarîn berhemên ku dixwestin bi dest bixin.

MEDÎNE MAMEDOGLU

Mêrdin - Her sal di van deman de jinan bi gihandina tirî re diçin rezçvaniyê. Jinên ku serê sibê zû radibin û diçin rezan, tiriyên ku berhev dikin diperçiqînin, dikelînin û dims, bastêq û suciqa bi gûz bi dest dixin. Jinan diyar kir ku berê rezçinîn bi rojan berdewam dikir û destnîşan kir ku ji ber kêmbûna baranê û zêdebûna germahiya salên dawî nikarin ji rezan berheman bigrin. Gundiyên ku bi alîkariya hev tirî kom dikin, piştre derbasî qonaxa parzûnkirin û kelandinê dibin. Jinên ku li gundê Aqres a girêdayî navenda Mêrdînê diçin rezçinîne, yek bi yek behsa qonaxa çêkirina dims û bastêq vegotin.

Bi saetan li ber sitîlan disekinin

Ferîde Aksoy a got tiriyên ku berhev kirine piştî parzûnkirine dixin sitîlan û bi axê paqij dikin û piştre dest bi kelandinê dikin, wiha dibêje: “Kelandin bi saetan didome. Di sitîlên mezin de bi berdewamî gurbûna agirê, ava tiriyê dikib dims. Piştî kelandinê jî ji bo sicûq û bastêq ardê xwe amede dikin. Wek dims kelandin û tevlihevbûna vê jî bi saetan didome. Di vê pêvajoyê de em jin timî li ber agir disekinin. Piştî zuwakirin û komkirina bastêq û sûciqan karê me xilas dibe. Ev pêvajo 2-3 rojan didome.”

"Ji ber ku baran nabare tirî dişewitin"

Ferîde Aksoy balkişand ku li gorî berê berhemên rezan kêm bûye û destnîşan kir ku nebara baran pirsgirêka herî mezin ya vê kêmbûnê ye. Ferîde Aksoy di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Îsal em li bendê bûn rez hin xirabtir bibe. Lê ji bendewariya me çêtir bû. Bi sedan xwediyên rez îsal nekarîn biçin rezçinên xwe, tiriyên wan hemû şewitîbûn. Piraniya tiriyên me jî şewitîbûn. Ev 4 salên dawî rewş wiha berdewam dike. Ji ber ku baran pir kêm e û germahî her ku diçe zêde dibe, tirî beriya ku bigihêje, dişewite. Lênihêrina ku em dikin bandorê li wê nake."

"Bêberhemî her sal hin zêdetir dibe"

Aysel Aksoy diyar kir ku di karê tê kirin de jin û mêr bi hev re dixebitin û diwestin, da zanîn ku li gorî salên borî îsal kêmtir westiyane û rez jî gelek kêm tirî daye. Aysel Aksoy destnîşan kir ku ev bêberhemî her sala derbas dibe hin zêdetir girantir dibe û wiha got: “Îsal em pir zêde newestiyan, ji ber ku tirî tunebû. Em ji serê salê heta dawiyê salê ji bo rez dixebitin. Dermankirin, kolandin û lênihêri pir dirêj didome. Lê tevî vê lênihêrînê jî ji ber nebarîna baranê tirî dişewitin.”