Li Mahabadê jin li dijî qeyrana aborî têdikoşîn

Li Mahabadê jin ji ber qeyrana aborî ya tê jiyîn, neçar dimînin di du karên cuda de bixebitin.

LARA GEWHERÎ

Mahabad – Jin Rojhilatê Kurdistanê û Îranê ji bilî cudakariya zayendî, bêedaletiya qanûnî û çandî, ji qeyrana aborî ya tê jiyîn neyînî bandor dibin. Jinan qeyrana aborî ya ku dijîn nirxandin.

Shîda Qadrî ya ku li bajarê Mehabadê terzîtî dike û dayika 4 zarokan e, wiha got: “Nêzîkî mehekê ye li cihê karê min tevgerek heye. Di xwepêşandanên Mehabadê hatin kirin de gelek kes jiyana xwe ji dest dan. Ji ber vê yekê hemû merasîm û dawet hatin betalkirin. Ev bûyeran rasterast bandor li karê min kir. Ez piranî cil û bergên kurdî ditrûm. Ez cil û bergên Kurdî di navbera 100 û 150 hezar tûmenî de ditrûm. Ger taybet be heta 500 hezar tumenî jî dadikeve. Zexta aborî li ser me ye, em nikarin amûran bikirin.”

'Bihayên bilind kirîn daxist’

Zahra Mihemedî ya xwediya dikana cil û bergên jinan e jî wiha got: “Beriya xwepêşandanan jî biha zêdetir dibûn. Cil û berg pêwîdiyek bingehîn e û weke hemû dikandaran dahata min jî ne bilinde û ez nikarim bi vî yekê re debara xwe dabîn bikim. Gel wek berê tişt nakirin û ji ber ku biha bilindin ji kirîna pir tiştan dûr dikevin.”

Qeyran bandor li karkerên demsalî jî dike

Mîna Abbasî ya ku bi hevjînê xwe re wek karkerê demsalî dixebite, der barê karkariya demsalî de wiha axivî: “Sê zarokên min yên di temenê dibistanê de hene û min îsal zarokên xwe birin karê demsalî û komkirina fêkiyan. Ez rojane sêsed û pêncî hezar tûmen pere distînim. Ez alîkariya aboriya malbatê dikim. Tevî ku ez bixebitim jî ji vê dahatê nikarim para xwe nagirim û ji bo hewcedariyên xwe yên biçûk ji hevjînê xwe pere distînim.”

Rewşa mamosteyan jî ne baş e

Mamosta Semen Salehzade ya 52 salî jî wiha got: “Ez îsal ji bo mûçeya xwe 2 zem girt, lê tevî qeyrana aborî mûçeyê min pêwistiyên min dabîn nake. Ji ber zextên aborî li dibistanên taybet mamostetî dikim.”

Du karan bi hevra dike

Shermîn Ahmedzadeh diyar kir ku zarokeke wê ya 3 salî heye û wiha axivî: "Ez ji bo serlêdana kar herim derê ji min ezmûna kar dixwazin. Niha li dibistanekê mamostetiyê dikim û di her saetekî de 60 hezar tumen qezenç dikim. Niha ji bilî mamostetî kozmetîk jî difiroşim, lê ji ber rewşa heyî hêza kirînê ya jinan hin zêdetir kêmtir e."