Li Licê jin di kooperatîfê de bi hev re meşlûran çêdikin

Kooperatîfa Jinan a Licê ku ji ber şewbê demek navber dabû xebatên xwe, ji nû vê dest bi hilberînê kir. Jinên ku dest bi çêkirina meşlûran kirin, dan zanîn ku hilberîna bi hev re û qezenckirin hêzê dide wan û banga piştgiriyê kirin.

MEDÎNE MAMEDOGLU

Amed - Kooperatîfa Jinan a Licê ku di sala 2019'an de li navçeya Licêya Amedê hat avakirin lê ji ber şewbê navber dabû xebatên xwe, ji nû ve dest bi çêkirina meşlûran kir. Bi dehan jinên ku piştî navbera sal û nîvekê li hev civiyan, bi meşlûrên ku di meha Cotmehê de çêdikin dest bi hilberînê kirin. Kooperatîfa ku bi 7 jinan dest pê kir û gihîşt bi dehan jinan, mehek din jî dê dest bi çêkirina qeliyê bikin. Jinên di kooperatîfê de dixebitin diyar kirin ku xebata bi hev re û piştevanî hêzê dide wan û bang li gel kirin ku meşlûran ji wan bikirin.

‘Armanca me danûstindina bi jinan re ye’

Di nava kooperatîfa ku li nava rez dest bi çêkirina meşlûran kirine de, bi dehan kesên ku di nava wan de jinên dilxwaz jî hene, cih digrin. Jinên ku bi hev re dixebitin û hildiberînên, westandinên xwe bi sohbetên ku dikin ji bîr dikin. Seroka Kooperatîfa Jinan a Licê Eylem Dolak a ku em der barê kooperatîfê de pê re axivîn, da zanîn ku armanca wan a herî mezin li navçeyê ew e ku bigihijîn zêdetir jinan. Eylem Dolak ji bo firotinê jî li bajarên mezin banga piştevaniya qada bazarê kir.

‘Dê xebatên me berdewam bikin’

Eylem Dolak der barê kooperatîfê de ev agahiya dan: “Me ewil sal û nîvek qeliyê, tiştên hişk û zexîreyan çêdikir piştre me atolyeya tekstîlê vekir. Bi ketina navberê ya şewbê re nêzî sal û nîv kooperatîf girtî ma. Niha me ji nû ve dest bi hilberînê kir. Moral û motîvasyon ji bo me mijara herî girîng e. Piraniya hevalên me yên jin pirgirekên aborî dijîn. Ji ber vê yekê em hewl didin bi hev re wext derbas bikin. Di vê wateyê de em hewl didin pirsgirêkên jinan ên hem aborî, hem derûnî û hem jî civakî çareser bikin.”

‘Pêwîstiya me bi piştevaniya bazarê heye’

Eylem Dolak diyar kir ku divê xebatên kooperatîfê li her qadê bên kirin û wiha got: “Em jî armanc dikin ku bi kooperatîfê re xwe bigihîjînin hemû hevalên jin. Ez hêvî dikim xebatên me berdewam bikin. Bi van xebatan re jin azadiya xwe ya aborî bi dest dixin. Her ku firotin zêde bibe dê zêdetir jin bi ser bikevin. Em di vî warî de nikarin bigihîjin bajarên mezin. Ji ber vê yekê em di vê wateyê de ji bajarên mezin piştevaniya firotanê û bazarkariyê dixwazin.”

‘Em bi hev re hildiberînin û qezenc dikin”

Xalise Das a di kooperatîfê de dixebite jî bal kişand ku xebata bi jinan re moral û motîvasyonê dide wê. Xalise Das got ku bi jinan re hin rihetir dixebite û karê xwe bi hezkirin dike, wiha axivî: “Em niha meşlûran çêdikin. Dê ev hilberîna me jî zêde bibe. Heya ku kooperatîf bidome ez jî amade me li vir bixebitim. Em li vir bi jinan re dixebitin û qezenc dikin. Em wextê xwe baş derbas dikin. Êdî kes nikare debara xwe bike, em diçin bazarê nikarin tiştekî bikirin. Ez di vê kooperatîfê de dixebitim pere qezenc dikim, ev jî kêm be debara min pê dibe. Divê hemû jin li cihên wiha bixebitin û pereyê xwe qezenc bikin. Em jin li vir bi hev re hildiberînin û qezenc dikin. Em hemû ji karê ku dikin bi hezkirin dikin. Her ku xebat berdewam bike, ez ê di vê derê de cih bigrim.”

‘Ji bo çavên me li destê mêran nebe em dixebitin’

Ji xebatkaran Gulistan Erdal jî bang ji jinên navçeyê kir ku di kooperatîfê de xebatê bimeşînin. Gulistan Erdal destnîşan kir ku bi zêdebûna jinan re dê kooperatîf jî xurtir bibe, van tiştan anî ziman: “Em wek jin li vir dixebitin û hev diparêzin. Em ê piştî meşlûran,  dest bi çêkirina qeliyê bikin. Bi jinan re xebat pir xweş e, jin bi dil û can her karê ku didin pêşiya xwe dikin. Mêr dibêjin 'jin nikarin karekî bikin' lê wisa nîn e. Em ji bo li destên mêran nenêrin û bi xwe qezenc bikin dixebitin. Ger hevalên jin ên li Licê jî werin kooperatîfê û bixebitin dê ji bo wan jî pir xweş be. Em li vir bi hev re dixebitin, bila ew jî werin werin hem bi me re bixebitin û hem jî aboriya xwe bi dest bixin.”