Li Koye marqeya berhemên xwemalî

Jina bi navê Gulistan Omar û çend jinên din ên malbata wê, marqeyeke berhemên xwemalî yên wek sirke û ava hinaran ava kirin. Bi vê yekê, li Koye, cara yekem jinek bûye xwediya marqeya xwe ye.

ŞILÊR KOYE

Koye – Jinên karsaz her dem guherînan çêdikin û aboriyê zindî dikin. Li navçeya Koye ya girêdayî bajarê Hewlêrê yê Başûrê Kurdistanê, Gulistan Omer bi jinên din ên malbata xwe re, kargehek, weke projeyeke biçûk ava kir û bi damezrandina marqeyek resen, berhemên xwe yên xwemalî xistin bazarê. Berhemên wê ji aliyê welatiyên, herêmê te ecibandin ku ev yek mînakek berbiçav a serkeftina jinan pêşkêş dike.

‘Sê sal in ez vî karî dikim’

Gulistan Omar der barê karê xwe de ji ajansa me re axivî û diyar kir ku jin xwedî hêzeke mezin in divê girîngî bidin hêza xwe, astengiyan nas nekin û wiha got: “Ez jineke malê me û dayîka sê zarokan im. Ev sê sal in karê çêkirina sirke û ava hinaran dikim. Ji ber berhemên me xwemalî ne û em tu dermanan di nava wan de bi kar naynin daxwazek zêde ji bo wan heye. Bi malbata xwe ya ku ji çend jinan pêk tê, me marqeya xwe ya bi navê ‘Hêlav’ ava kir. Niha dikana me bûye kargehek.”

‘Em girîngî didin paqijiyê’

Gulistan Omer wiha got: “Çêkirina sirke û ava hinarê gelek zehmet e. Em hinaran baş dişûn divê hinarên baş bin. Piştî guvaştina tovên hinarê, em didin ser agir û nêzî 20 saetan dikele. Em gelek girîngiyê didin paqijiyê. Li ber çavên muşteriyan em amade dikin da ku piştrast bin, ew baş û paqij in.”

‘Jinan piştgirî dan min’

Gulistan Omer têkildarî fikra avakirina marqeyeke taybet wiha got: “Li Koye ez yekem kes û yekem jin im ku xwediyê marqeyek im. Ez ji bilî sirkeyê, rîçelê jî çêdikim. Ji ber wê derdora min gelek alîkarî dan min û jinan jî ji bo destpêkirina karsazeke mezin û avakirina marqeya me bi xwe, piştgiriyeke mezin dan me da ku em ji çarçoveya malê derbikevin û bên derve vî cihî vekin.”

‘Divê jin girîngiyê bidin hêza xwe’

Gulistan Omer jinan teşwîq dike ku hêza xwe paşguh nekin û da zanîn ku divê jin di nava civakê de li gorî hêza xwe bixebitin û got: “Jin nîvê civakê ne divê girîngî bidin xwe û rê nedin astengiyan. Ji ber jin xwedî hêzin û destrengîn in. Xebar ji bo hemû kesan pêwîst e. Rewş niha wisa ye ku divê hemû endamên malbatê ji bo debara xwe bixebitin.”

‘Berhemên me hemû xwezayî ne’

Gulistan Omer wiha got: “Ji ber ku berhemên me hemû xwemalî ne, em dişînin hemû bajarên Herêma Kurdistanê û daxwazeke zêde ji bo wan heye loma em digihîjînin hemû bajaran. Pirsên ewil ên ku ji me tên pirsîn ev in ka em lîmon an şekir dixin nav an na. Mixabin hinek kesên xwedî kar hene wisa dikin. Lê em tiştekî lê zêde nakin, tenê ava hinarê bi kelandinê tîr dikin û di dema xwarinê de tê zanîn eslî ye yan na.”

‘Em dixwazin li sifreyên bi berhemên xwemalî hebin’

Gulistan Omer di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Hinar yek ji berhemên ji bo tenduristî û nexweşiyan herî bi sûd e. Divê neyê paşguhkirin. Ji ber wê, em hewl didin berhemên xwemalî, bi tama çanda Kurdî ya kevin bînin ser sifreyan. Em hewl didin beşek zêde ji berhemên xwe bigihîjînin bajarên Iraqê.”