Li Helebceyê bazara berhemên xwemalî û çandiniyê dest pê kir

Bi armanca rakirina navbeynkaran û gihandina rasterast a berhemên havînê bi xerîdaran re, duyemîn bazara çandiniyê li Helebceyê hate vekirin; jinên hilberîner û cotkar berhemên xwe yên herêmî li bazarê datînin û çalakî dê di tevahiya havînê de bidome.

MEHRÎBAN SELAM

Helebce – Duyemîn bazara çandiniyê, ku bi hevkariya Wezareta Çandinî û Çavkaniyên Avê û Rêveberiya Giştî ya Çandiniyê ya Helebceyê ve hate organîzekirin, duh ji bo hilberîner û mêvanan dest pê kir û deriyên xwe vekir. Di bazarê de berhemên çandiniyê yên ku di demsala havînê de hatine çandin, rasterast pêşkêşî xerîderan hatin kirin.

Rêvebira bazarê, Sumeya Xerîb diyar kir ku bazara yekem ku par hate lidarxistin pir serkeftî bû û bi qasî 50 heta 60 cotkar û hilberîner anîn gel hev. Her wiha Sumeya rave kir ku ev yek rê da hilberîneran ku berhemên xwe rasterast bêyî navbeynkaran bigihînin xerîdaran.

Hemû berhemên havînê yên xwemalî

Piştî serkeftina yekem a bazarê, Sumeya Xerîb destnîşan kir ku bazar ji bo cara duyemîn tê lidarxistin û wiha pê de çû: “Îsal, bi qasî 50 cotkar bi me re beşdar dibin. Niha dema gihîştina berhemên havînê ye. Her hefte, em berhemên demsalî yên nû amade dikin û pêşkêşî xerîdarên xwe dikin. Hin berhem hîn negihîştine dema çinînê, lê gava ku bigihîjin, dê hemî berhemên havînê li bazarê peyda bibin.”

Ji bilî berhemên çandiniyê, hin karsaziyên herêmî berhemên xwemalî yên wekî fêkiyên hişkkirî, ava hinaran, tirî û berhemên hinarê jî pêşkêş dikin. Jinên hilberîner jî bi kelûpelên xwe yên destçêkirî tevlî bazarê dibin. Berhemên destçêkirî, xwarinên xwemalî û berhemên cûrbecûr ên herêmî ji bo mêvanan têne pêşandan.

Faîqa Faîq a ku beşdarî bazarê bûye, diyar kir ku ew li stanta xwe berhemên xwemalî, sebze û kulîlkan difiroşe. Wê behs kir ku ew nêzî 10 salan e di warê baxçeyan de dixebite û berê jî 25 salan kulîlk û nebat çandine. Faîqa Faîq destnîşan kir ku berhemên wan ên taybet ji aliyê gel ve bêtir balê dikişînin û wiha got: “Bazarên çandiniyê ji bo hilberîneran derfeteke girîng pêşkêş dikin. Ev bazar ji bo me pir sûdmend in ji ber ku ew dihêlin em berhemên xwe rasterast bigihînin xerîdaran. Peyama min ji bo jinan ev e: Eger ew bi karekî re eleqedar in, dev jê bernedin, berdewam bikin bixebtin û hilberîner bin.”

Bazara Çandiniyê ya Helebceyê dê di tevahiya demsala havînê de vekirî bimîne û berhemên çandiniyê û kelûpelên xwemalî yên hilberandî pêşkêşî mêvan û xerîdaran bike.