Cîhana hevpar a derhênerek û dayîka xwe
Kamera di destê jineke ciwan a sînemager de ye, firin û sêl jî di bin destê dayîka wê de; ev dîmen li başûrê Kurdistanê û bajarê Silêmaniyeyê nîşan dide ku çawa huner û keda rojane dikarin di bin heman konekî de li gel zehmetiyan bigihin hev.
HÊLÎN EHMED
Silêmanî – Dema ku hûn dikevin kolaneke sade, tişta ku destpêkê bala we dikşîne bêhna nanê germ û kadeya nû ye. Lê ev bêhn ne tenê bêhna xwarinek e; bêhna ked, hêvî û jiyanê ye. Ew bêhna jiyana ku bi destên çend jinan hatiye avakirin e.
Li ber maleke sade, dayîkek û jinên di malbata wê de her roj beriya roj derkeve dest bi xebatê dikin. Hevîr distrên, nan dipêjin, kade û nanê sêlê (kelane) amade dikin û xwarinên kurdewarî çêdikin. Tenê sparîşên welatiyan amade nakin, di heman demê de ji bo xwe û jinên din jiyana ku bi xebatê bi hêviyên mezintir dixemile jî ava dikin.
Ev destpêşxeriya ku nêzî salek e berdewam dike, îro veguheriye navendeke ku jin hemû bi hev re lê dixebitin. Bi pêşengiya dayîk û keça wê, bi tevahî şeş jin li vir derfeta xebatê dibînin. Her yek ji wan berhemên ku bi keda xwe çêkirine, pêşkêşî gel dike.
Ji bo vê dayîkê, xebat ne tenê tê wateya dabînkirina debara xwe. Zêdetirî 10 sal in, ji bo mezinkirina zarokên xwe û pêşeroja wan kedeke mezin dide. Îro jî vê riyê bi keça xwe re didomîne.
Keça wê jî jineke serkeftî ya di cîhana hunerê de tê naskirin e. Derhênera fîlman û xwediya gelek projeyên fîlman e. Lê belê destkeftiyên wê yên hunerî wê ji malbat û keda rojane ya dayîka wê dûr nexistine. Dayîk û keça xwe, nîşan didin ku huner, ked û jiyan dikarin bi hev ve werin meşandin. Ew di navbera kameraya fîlm û firina nan de nîşan didin ku her tişta bi hezkirin û biryardarî were kirin, girîng e, tu kar ji yê din biçûktir nîn e.
‘Em ji bo ji jinan re bibin hêvî dixebitin’
Xwediya dikanê Şîno Bekîr, da zanîn bi salan e li malên xwe tiştên ji hevîr û xwarinên kurdewarî amade dikin lê nêzî salek berê dikanek ava kirine û dest bi xebata bi hev re kirine.
Şîno Bekîr wiha got: "Ez zêdetirî deh salan e dixebitim û zarokên xwe mezin dikim. Di destpêkê de min li mala xwe xwarin û berhemên ji hevîr amede dikir û piştre sparîşan digirt. Beriya salek zarokên min û jinên di malbata me de biryar dan dikanek mezin vekin û debara xwe bikin. Min bi keça xwe û çend jinên din re dest pê kir. Îro xerîdar me pir baş pêşwazî dikin û her roj xerîdarên me zêde dibin.”
Şîno Bekîr, diyar kir ku ew armanc dikin di pêşerojê de projeya xwe berfireh bikin, ji bo zêdetir jinan derfetên kar çêbikin û got: "Em niha her cure xwarinên kurdewarî amade dikin û li kêlaka vê berhemên ji hevîr jî çêdikin. Divê hemû jin bi awayê serbixwe bixebitin, ji malên xwe derkevin, bi serbilindî li ser lingên xwe bisekinin û li hemberî astengiyan dest ji xebatê bernedin. Armanca me ew e ku em jinan ji malên wan derbixin. Em ji bo ji jinên din re bibin hêvî kar dikin.”
Di du fîlman de lîst û bi dayîka xwe re dixebite
Şaniya Salih jî da zanîn ku li Silêmaniyê dijî û ji beşa Lêkolînên Zimanê Navneteweyî ya Erebî û Îngilîzî mezûn bûye.
Şaniya Salih a diyar kir lîstikvaniya şanoyê dike, di gelek fîlman de rolên sereke lîstiye û ji bilî fîlmên "Kefen" û "Şîn" di gelek rêzefîlm û bernameyan de jî cih girtiye. Şaniya Salih, diyar kir ku armanca wê her dem ew bûye ku bibe xwediya karekî serbixwe û got: “Nêzî salek e ez û dayîka xwe bi hev re kar dikin. Fikra me ya destpêkirina vê xebatê, ew bû ku em hem bi çêkirina berhemên ji hevîr hem jî xwarinan ji jinên din re derfetên kar ava bikin. Niha 6 jin bi me re dixebitin. Ger ew nebûna, em nikaribîn karê xwe berdewam bikin.”
‘Em berhemên curbecur çêdikin’
Şaniya Salih, da zanîn ku di nava berhemên ku çêdikin de kelane, kadeyên curbecur, kadeyên bi kuncî, kadeyên ceh û kadeyên rûn hene û got ku bi taybetî nanê sêlê eleqeyek mezin dibîne. Şaniya Salih, axaftina xwe wiha domand: “Em ji bilî xwarinên kurdewarî, kifte, qube û serûpî, kulîçeyên gûz û xurmeyê û şîraniyên curbecur jî çêdikin. Daxwazeke zêde ji bo berhemên me heye û em berhemên xwe dişînin bajarê Silêmaniyê.”
‘Em ji ber bêderfetiyan karê xwe li ber mala xwe dikin’
Şaniya Salîh, diyar kir ku cihê karê wan li ber mala wan a li taxa Mecîd Beg a Silêmaniyê ye û dikaneke wan nîn e, tenê di bin konekî de dixebitin û got: “Em sparîşan digihîjînin xerîdarên xwe yên dûr û hinek jî bi xwe tên dikirin. Em her roj di navbera saet 16:00 û 19:00’ê de dixebitin. Di mehên zivistanê de, zûtir dest bi kar dikin. Ba û bahozên zivistanê ji bo me astengiyeke mezin çêdikin, em nikarin karê xwe wekî ku em dixwazin bikin. Em gelek caran neçar dimînin nanê sêlê li malê çêbikin. Ev jî ji bo me barekî giran e.”
‘Em plan dikin ji bo zêdetir jinan derfetên kar ava bikin’
Şaniya Bekir, destnîşan kir ku niştecihên taxê û welatiyên din bi berdewamî piştgiriyê didin wan û got: "Bêyî wan, em nikarin vê xebatê bidomînin. Em bi saya hezkirina karê xwe, hem di germahiya havînê de hem jî di sermaya zivistanê de dixebitin."
Şaniya Salih, diyar kir ew ji ber kêmbûna derfetên aborî nikarin dikanek vekin û wiha domand:
“Ger dikaneke me hebûya, em dikaribûn karê xwe bi hêsantir bikin û ji zehmetiyên ji ber germ, serma, baran û berfê xilas bibin. Em armanc dikin ku di pêşerojê de projeya xwe berfireh bikin, taştê û firavînê pêşkêş bikin û xwarinên kurdewarî bigihîjînin mirovên din jî. Em plan dikin ku ji bo zêdetir jinan derfetên kar ava bikin.”
Şaniya Salih, di dawiya axaftina xwe de vê peyamê da jinan: “Ez tevlî kesên ku dibêjin kar nîn e nabim. Gelek kar hene, ya girîng ew e ku mirov bi fikrek dest pê bike. Me jî bi fikrek biçûk dest pê kir. Daxwaza min a herî mezin ew e ku ji bo zêdetir jinan derfetên kar peyda bikim û tevkariyê ji bo serxwebûna wan a aborî bikim.”