Jinên Yemenî tevî zextan di bazara kar de ne
Jinên Yemenî di bazara kar de bi sînorkirinên civakî û berpirsiyariyên malbatî û pirsgirêkên aborî û darayî re rûbirû ne. Her wiha şer jinan bêtir ber bi lêgerîna çavkaniyên dahat û serxwebûnê ve dibe.
REHMÊ ŞANZÛR
Yemen – Beşdarbûna jinên Yemenî di bazara kar de êdî diyardeyek marjînal nîne. Salên şer û xirabûna rewşa aborî, gelek jin neçar kirine ku ji bo ku hewcedariyên malbatên xwe peyda bikin, li dahatê bigerin an jî karsaziyên xwe ava bikin.
Jinên ku dixwazin bikevin bazara kar, bi gelek pirsgirêkan re rûbirû dimînin. Ji sînorkirinên civakî û têgihîştinên civakî dest pê dikin, dighîjin cudakariyê, zehmetiya gihîştina fînanse û pozîsyonên serokatiyê. Her wiha berpirsyariyên mal û malbatê jî berpirsiyariyên wan girantir dikin.
Li gel van pirsgirêkan, jinên Yemenî karîne rêyên xwe di warên cûrbecûr de, ji karsaziyên li malê bigre heya bazirganî û karsaziyên biçûk, vekin. Jin hewl didin ku karsaziyên xwe di bazarek ku ji wan re bi pirsgirêkên din tîne, biparêzin û pêşve bibin.
Çûyîna ser kar bi serê xwe zehmetiyek e

Ezmûna Îman El-Arîqî ya 45 salî xwediya projeya "Mazjan Cafe" û endama Odeya Bazirganiyê ya li Taîzê ye, hin ji van zehmetiyan nîşan dide. Îman bawer dike ku jinên Yemenî di bazara kar de bi gelek astengiyan re rûbirû dimînin. Îman, van zor û zehmetiyan wiha bilêv kir: “Ketina nav hêza kar dikare ji bo jinan bibe zehmetiyek. Bi taybetî jî di hawîrdorek bi piranî mêr de. Dibe ku ew neçar bimînin ku lîsansan bistînin an jî bi rayedarên cûrbecûr re mijûl bibin. Jin dikarin ji ber xebata seatên dirêj re rûbirû bimînin û wan dixe nav du şert û mercan; bidestxistina serkeftina pîşeyî û parastina berpirsyariyên malbata xwe.”
Şer jinan bêtir ber bi hêza kar ve biriye
Îman El-Arîqî dibîne ku gelek jin di salên şer de ketine bazara kar, li kar digerin da ku zarok û malbatên xwe xwedî bikin. Jinên karker hewceyê piştgiriya malbat û civakên xwe ne, ji ber ku ew di bin şert û mercên dijwar de berpirsyariyek girîng hildigirin. Jin hê jî di nav civakekê de bi cudakariyê re rûbirû dimînin. Piraniya karsaziyên ku ji hêla jinan ve li sûkê têne xwedîkirin, hê jî biçûk an jî nû ne li gorî mezinahiya karsaziyên ku ji hêla mêran ve têne xwedîkirin.
Fînansman sînorek berfirehkirinê asteng dike
Îman El-Arîqî fînansmankirinê mîna yek ji mezintirîn pirsgirêkên ku jinên karsaz pê re rûbirû dimînin dibîne. Îman dest nîşan dike ku ew ji ber kêmbûna fînansmanê, nikare projeya xwe berfireh bike û wiha şîrove dike: “Dijwarî ne tenê bi fînansman û sînorkirinên civakî ve sînordar in. Ew, zêdebûna biha û kirêyan û qutbûna înternetê jî vedihewîne.”
'Jin hewceyê piştevaniya malbat û civakê ne'
Îman El-Arîqî destnîşan kir ku jinên Yemenî yên ku dikevin bazara kar ne tenê bi pirsgirêkên têkildarî xwedan an karmendbûna karsaziyê re rûbirû dimînin, di heman demê de bi pirsgirêkên civakî, aborî û malbatî yên têkildar re jî rûbirû dimînin. Îman got “Ji ber vê yekê ew hewceyê piştgiriya malbat û civakê, hawîrdorek xebatê ya wekhevtir û derfetên fînansmanê ne ku ji wan re bibin alîkar ku projeyên xwe pêşve bibin û serxwebûna aborî bi dest bixin.”
Tevî zextan jin hewl didin di bazara kar de bimînin
Tevî gelek astengiyan, jinên Yemenî berdewam dikin ku beşdarî bazara kar bibin, hewl didin ku dahata xwe biparêzin û bi bandorên krîzê re mijûl bibin. Di navbera zextên civakî, berpirsyariyên malbatî û zehmetiya peydakirina fînansmanê de, derfetên wan ji bo berfirehbûn û mezinbûnê bi sînor dimînin. Ev yek jî piştgiriya beşdariya wan a aborî dike pirsgirêkek ku bersivek hewce dike.