Li Îranê dikan êdî bi kûponên dewletê jî tiştan nafroşin
Bi zêdebûna zextên aborî û kêmbûna hêza kirîna malbatan re, bicihanîna pergala fatûreyên elektronîkê li Îranê, rastî zehmetiyan hatiye. Gelek firoşgehan red kirin ku kûponan qebûl bikin û firoşkaran derengketina dravdanê wekî sedema vê redkirinê nîşan dan
JIWAN ŞERÎFZADA
Bukan – Di salên dawî de, enflasyona aborî zexteke mezin daye ser debara malbatan. Li gorî van mercan hikûmeta Komara Îslamî ya Îranê li gorî daxuyaniya xwe, ji bo dabînkirina hin pêdiviyên jiyana xelkê, sîstemeke elektronîkî ya bi navê "Kala Barg" (fatoreya barkirinê/kûpona xwarinê) bi cih aniye. Tevî vê sîstemê jî, di debara xelkê de tu guhertineke erênî çênebûye û niha bicihanîna vê sîstemê li seranserê welêt bi pirsgirêkan re rûbirû ye.
‘Kala Barg’ li bazarê tê jibîrkirin
Di nava pêla enflasyonê de, kuponên xwarinê ne tenê di hişê mirovan de, di heman demê de li ser tabelayên dikanan jî tên jibîrkirin. Hejmara dikanên ku van kuponan qebûl nakin, nêzî mehekê ye ku zêde dibe. Her çend welatî dibêjin ku gelek dikan van kuponan qebûl nakin, lê xwediyên dikanan vê yekê bi wê yekê girê didin ku saziyên pêwendîdar nikarin hesabên wan bidin û dravê wan çareser bikin.
‘Rayedarên li Tehranê jî xwe berpirsyar nabînin’
Hin dezgehên medyayê yên herêmî yên Îranê jî nekarîna çareserkirina hesaban piştrast kirine û wê demê bi heyamekî kêmtir ji mehekê ve girê didin. Lê belê ji bo hin xwediyên dikanan, ev heyama bendewariyê dikare ji sê mehan jî derbas bibe. Kajal Rehîmî (navê wê yê rast nîne) ku bi hevjînê xwe re supermarketekê dişxulîne, ragihand ku ev nêzî du mehan e hikûmet 500 milyon tûmenan deyndarê wan e û wiha domand: “Dema ku em diçin paytexta parêzgehê, ew dibêjin ku Tehran berpirsyar e, lê rayedarên li Tehranê jî xwe berpirsyar nabînin. Bersiva wan tenê 'zû ye' sebir bikin. Di bin van şert û mercan de, ji bo me zehmet e ku em firoşgeha xwe tije bihêlin.”
Helwesta firoşkaran a li hemberî sîstemê
Hin welatiyên li Rojhilatê Kurdistanê jî, behsa helwesta hişyar a xwediyên karsaziyan li hemberî Kala Bargê dikin. Şeyda O. ku vê dawiyê ji bo malbata xwe ya du kesî bi vê sîstemê mirîşk kirîbû, dibêje ku firoşkar di firotina kelûpelan de bijarte ne. Şeyda ragihand ku du firoşgehên proteînê goşt, bi Kala Bargê nefirotine û wiha pê de çû: “Dikaneke sêyemîn ku ez nas dikim, karta min qebûl kir. Dema ku min pirsî çima, wan 'Em êdî newêrin bi kaxez an kuponan mîqdarên mezin ên kelûpelan bidin xerîdaran. Ne diyar e ku em ê pereyên xwe ji dewletê bistînin an na' gotin.”
Masoumeh J., welatiyeke din a ji Bokanê ye, her wiha piştrast kir ku ev kupon tenê li firoşgehên zincîrî yên dewletê têne qebûlkirin û wiha vegot: “Zincîrên supermarketan kûponan qebûl dikin, lê li ser hin ji van berheman di dema kirîna birêkûpêk de dakêşan nayê sepandin û ji ber wê dikarin pir bihatir bin.”
Ji maseyên vala ber bi xeyala kontrolkirinê ve
Li Îranê, bihayê kelûpelan li gorî celebê wan rojane an jî saet bi saet diguhere. Niha fikara herî mezin a Îraniyan, krîza çavkaniya wan a yekane ya debara jiyanê û sifrên ku her roj pirtir vala dibin e. Dema ku em li xwarinên malbatên Îranî dinhêrin, em dibînin ku goştê sor demek dirêj e winda bûye an jî kêm ketiye destan. Di nav malbatên kêmdahat de, mirîşk jî bûye xwarineke heftane an carna mehane.
Şarmîn A., ku di saziyek dewletê de dixebite, li ser nirxa kuponên xwarinê wiha dibêje: “Nirxa kûponên xwarinê li gorî du meh berê jî pir kêm bûye. Her cara ku em tiştekî bi kûponekê dikirin, divê em ji berîka xwe jî parekî bidin da ku em bikarin mîqdara pêwîst a berheman bistînin. Berê, malbatekî dikaribû sê mirîşkên navîn bi kûponekê bikire, lê niha em tenê dikarin du mirîşk bikirin."
Bihayên giran û kûponên bêqîmet
Niha, li bazarên bajarokên biçûk, bihayê hin kelûpelên bingehîn bi vî rengî ye: “Her kîloyek goştê sor: Milyonek û 500 hezar tûmen. Her kîloyek mirîşk: 330 hezar tûmen. Kîsikek birinc: 3 milyon tûmen. 3 lître rûnê pijandinê: Milyonek û 600 hezar tûmen. Her hêkek: 19 hezar tûmen. Pênc kîlo rûnê hişk: 3 milyon tûmen.”
Bazara fêkî û sebzeyan ji her demê bêtir vala ye û tu fêkiyek bi kalîte ji 80 heta 100 hezar tûmenî kêmtir nabe. Lê dîsa jî, kûpona xwarinê ya serê kesî ya ku hikûmet dide, tenê milyonek tûmen e.
Li Îranê, zexta li ser debara jiyanê gihîştiye wê astê ku hin kes kartên xwe yên alîkariyê û kûponên xwarinê ji bo dayîna deynên xwe an jî ji bo kirîna xwarineke din bi bihayekî erzantir difroşin. Her çend ev mîqdar dibe ku di demek kurt de alîkariyê bike jî, ew tenê beşekî pir biçûk ji pêdiviyên wan vedihewîne. Ev alîkariya ku ji ber enflasyona heyî her diçe diqede û niha li ber windabûnê ye, nikare îdiayên bêbingeh ên rayedarên hikûmetê yên ku rewşa krîtîk a xelkê înkar dikin, veşêre.