Jinên Sudanê bi çandina mangoyan debara xwe dikin

Li Parêzgeha Bakur, jinan beşdarî dewreyekê bûn da ku fêr bibin ka meriv çawa beriya çinîna mangoyê ji mangoyan berheman çêdike. Armanca vê waneyê ew e ku jin aboriya serbixwe bidest bixin û bi hilberîna mangoyan sud werbigrin.

AYA BRAHÎM

Sudan – Di sala 2023’an de li Xartûm a paytexta Sudanê di nîvê meha Nîsanê de di navbera artêşa Sudan û hêzên alîkariya lezgîn de şer derket. Ji ber rûdana vî şerî hêjmarek zêde jin, koçberî parêzgeha bakur a welêt bûn. Navenda Perwerdehiya Pîşeyî ya Aanab li herêmê, bi rêya dewreyeke pîşeyî ya ku vekiriye, fêrî jinan dike ka meriv çawa ji fêkiyên mangoyê, ku li herêmê çavkaniyek girîng a dahatê ye, berhemên cûrbecûr çêdike. Armanca van dewreyan piştgirîkirina jinan di jiyana kar de ye.

‘Em dixwazin ne madeyên xav, berheman ixrac bikin’

Shaza Awad Behrî, diyar kir ku wan di dewreya ku saz kirî de li ser çêkirina zêdetirî 15 berhemên xwezayî û bê parêzker, di nav de mastê mangoyê û cîpsên şirîn û şor, perwerdehî dan. Shaza Awad Behrî a got, "Em dixwazin ne madeyên xav berheman îxrac bikin” destnîşan kir ku armanca wan ew e ku zêdetirî 40 jinên ku tevlî perwerdeyê bûne û bi saya behreyên wan ji bo pêşerojê karibin bibin mamosteyên fêrker û erk bigirin e.

Mango yek ji berhemên çandiniyê yên girîng e ku her sal di meha Hezîranê de li Parêzgeha Bakur tê çinîn. Her çend gelek kargehên li herêmê vexwarinên mangoyê hildiberînin jî, pevçûnên ku li Xartûmê dest pê kirin bandorek neyînî li ser vê pêvajoyê kirin û bûn sedema girtina hin kargehan. Ev pêşketin, hişt ku jin bikeve lêgerîna rêyekî alternatif ku berhemên mangoyan binirxînin û her wiha berhemên cuda jî pêşbixin. Li gorî vê hewcedariyê, fikra dewreyeke perwerdeyê ya ku armanca wê ne hinardekirina madeyên xav hinardekirina berhemên hilberandî bû, derket holê.

‘Ji bo jinan derfetek mezin e’

Zayinab Osman a ku weke stajyer tevlî perwerdeyê bûye, di bernameyê de keyfxweşiya xwe anî ziman. Zayinab Osman diyar kir ku ew ji pêvajoya perwerdeyê gelek sûd wergirtiye her wiha destnîşan kir ku ew ji mangoyan fêrî gelek cure berhem çêkirinê bûye.

Asya Hisên a stajyer jî diyar kir ku dewreya perwerdeyê ji bo wan pir bikêrhatî bû û got, "Ev dewre ji her alî ve serkeftî bû ji ber ku me gelek sûd jê wergirt. Ez dixwazim spasiya jinan bikim ku derfetên wiha ji wan re hatine peyda kirin. Tiştên fêr dibim li malê jî pêk tînim û di herêma xwe de jî plan dikim ku heman perwerdehiyan bidim. Ji bo jinên ku di sektora hilberîna mangoyan de kar dikin hîn zêdetir bikaribin kêrhatiyên xwe bikarbînin ezê kar bikim.”

‘Ez ê her tiştê ku hîn bûme bi kar bînim’

Yek ji stajyeran Fatîma El-Hac jî diyar kir ku ew di pêvajoya perwerdeyê de gelek tişt fêr bûye, di nav de çawaniya nirxandina demsala mangoyê. Fatîma El-Hac got, "Ez plan dikim ku her tiştê ku ez fêr bûme bicîh bînim" û anî ziman ku wê bi taybetî ji çêkirina Qemer El-Dîn û Tang kêf girtiye. Fatîma El-Hac tekez kir ku ev berhem bê dem in û dîroka wan a qedandinê tune ye û diyar kir ku ew ê di serdema pêş de li ser hilberîna van berheman bixebite.

Jinên Sudanî, ji bo di gelek qadan de hunera xwe pêşbixin hem qursên perwerdehiyan, ji bilî wê jî pêşengehên weke bi navê “sûk” bi nav dikin lidarbixe. Ev çalakiyên dişibin bazarê di cihên sînorkirî de têne lidarxistin ku jin bikaribin hunerên xwe yên destan, xwarinên malê û berhemên bi vî rengî nîşan bidin. Piştî şer destpêkiriye û heta niha gelek caran ku pêşengehên hatî lidarxistin de bi taybet eleqeyekî zêde ya jinên ku ji cîh û warên xwe bûne hene.

Beşdar dibêjin ku ew ji van çalakiyan hem ji hêla aborî û hem jî ji hêla civakî ve gelek sûd werdigirin.