‘Ger em nexebitin em ê birçî bimînin’

Sultan Sena ya ku tevî temenê xwe yê mezin ji ber lêçûna jiyanê ya zêde ji bo debara xwe bike li bazarê dixebite, bi van gotinan bertek nîşanî rewşa heyî da: “Erdogan bihayê her tiştî zêdetir kir. Ev hê rojên me yên xweş in.”

MEDÎNE MAMEDOGLU

Amed- Li Tirkiyeyê qeyrana aborî roj bi roj kûrtir dibe, rêjeya xizaniyê jî zêde dibe. Bi zêdebûna biha û lêçûnê û rêjeyên enflasyonê, her roj zem tê ser xurekê û pêdiviyên bingehîn ên jiyanê. Jinên ku ji ber zema zêde ji bazara ku diçin destvala vedigerin û hewl didin meha xwe derbas bikin. Sultan Sena ya ku 15 sal in bazarvaniyê dike, yek ji wan kesan e ku ji ber vê qeyranê nikare debara xwe bike. Sultan Sena dibêje ku ji bo kirêya xwe û fatûreyên xwe bide dixebite û birçî bimînin.

Toza îsota ya ku bi xwe çêdike li bazarê difiroşe

Sultan Sena ya li bazara roja pêncşemê ya li Rezana Amedê dixebite, îsotên hişk û hûrkirî yên ku bi xwe çandine difiroşe. Sultan Sena bi hevjînê xwe re tenê dijî û bi salan e hem li zeviyê, hem jî li bazarê dixebite, diyar dike ku tevî temenê xwe yê mezin jî ji bo debara jiyana xwe neçar maye bixebite. Sultan Sena diyar kir ku îsotên xwe li Wêranşarê diçîne û mezin dike û wiha got: “Ev hemû ked e. Hemûyan bi destên xwe diçînim, berhev dikim û hişk dikim. Piştî ku di fabrîqeyê de hûr dikim, li mala xwe dixim nava poşêt û tînim li bazarê difiroşim. Destpêkê mirov bi çavekî ecêb li min dinêrin lê niha ew jî fêr bûn. Rast e kar ne wekî berê ye lê şukur ez dixebitim. Ez bê mîneta kesek bikşînim, ji xwe re bi keda xwe bênavber dixebitim.”

'Ji bo jiyana xwe bidomînim dixebitim'

Sultan Sena anî ziman ku her çend ew ji xebatê hez dike jî carna zehmetiyê dikşîne û bal kişand ku ger nexebite, kesek ku li wê xwedî derbikeve nîn e. Sultan Sena da zanîn ku ji bo derbaskirina roja din an jî nan bikire neçar maye bixebite û wiha got: “Gelo sibê dusibê em pîrtir bibin em ê çi bikin? Kes tune ye li me xwedî derkeve. Ger di berîka mirov de pere tunebe kes berê xwe nade mirov. Hemû pereyê min diçe ji bo fatûreyan. Ger ez an jî hevjînê min nexebite, em ê birçî bimirin. Ez nexweş im lê ji bo birçî nemînim dixebitim. Ez ji bo jiyana xwe bidomînim dixebitim.”

'Erdogan dê zemê berdewam bike’

Sultan Sena ya ku herî dawî bal kişand ser zêdebûna bihayan, bi gotinên; “Ev hê rojên me yên xweş in” da zanîn dê biha hîn zêdetir bibin û got ku bi pereyê li bazarê qezenc dike tenê fatûra û kirêya malê dide û wiha axivî: “Erdogan ji bo her tiştî wisa zema zêde kiriye ku em çiqasî bixebitin jî pereyê me têra me nake. Bihayê nanekî bû 10 TL. Tu diçî firingiyek dikirî giraniya wê 20 TL ye. Lê ev ne tiştek e dê hê gelek zem were kirin. Li pêşiya me rojên xerab hene. Niha divê ez di vî temenî de li malê rûnim û çaya xwe vexwim lê ji neçarî li vir dixebitim. Ger nexebitim dê mirov me ji malê derbixin, av û elektrîka me jî qut bibe. Em nikarin konekî ku tê de bimînin jî bibînin."