Komîteya aboriya jin bi xurtkirina xebatan derfetê kar diafrîne

Komîteya aboriya jin li bajarê Hesekê yê Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê daxwazên jinan ên bingehîn bi cih tîne bi riya projeyên xwe mafên wan dipareze.

DELAL REMEDAN

Hesekê- Endama komîteya aboriya jin Tirkiyê Sîdo teqez dike ku ev komîte bi riya projeyên xwe derfetên kar ji bo jinan diafirîne ji bo ku pêdiviyên xwe bi cih bîne û tevli bazara kar bibe.

Komîteya aboriya jin li kantona Hesekê li herêma Cizîrê alîkariya jinên li herêmê dike û derfetên kar ji hejmareke zêde jinan re bi riya projeyan peyda dike.

Di vê der barê de, endama komîteya Kongra Star a kantona Hesekê Tirkiyê Sîdo dibêje ku jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rokeke girîng di hemû waran de dilîzin di serî de di warê aborî de beşdarî projeyên xizmeta wê û civakê dibe  û got: “Gelek projeyên me yên taybet ji bo jinan hene weke projeyên çandiniyê û kooperatîf. Gelek jin hene pêdiviya wan bi kar heye kes alîkariya wan nake, komîte derfetên kar peyda dike di werşeyên dirûtinê de, kargeha conserve, ava bacanan zêdetirî 30 jin kar dikin di demsala havînê de jî ev hejmar zêde dibe. Her wiha ew jin di firinan de jî kar dikin weke firna Şadadî û Hesekê di her yekê de 5 jin hene.”

Gelek jinên ku dixebitin ji Serê Kanî û Girê Spî ne

Der barê projeyên pêşerojê yên komîteya aboriya jin de Tirkiyê Sîdo wiha got: “Komek proje tên lêkolînkirin weke projeyên çandiniya sebzeyên havînê û projeya vekirina cihê şûştina ferşan. Bi koordînekirina bi meclisan re, civîn ji bo jinên dixwazin kar bikin û pêdiviya wan gelekî heye tên lidarxistin, piraniya jinên ku sûd ji projeyên me girtine jinên Serê Kaniyê û Girê Spî ne ku herêmên wan di bin dagirkeriya Tirkiyeyê de ne. Lewre piraniya wan civînan li kampên penaberan tên lidarxistin. Dahata projeyên çandiniyê, yên werşan, kargehan û firanan digihîje jinên karker û dabeşî hev dikin.

‘Proje ji bo jinan derfetên baş in’

Endama komîteya aboriya jinê Tirkiyê Sîdo di dawiya axaftina xwe de,da zanîn ku ev proje derfeteke baş e ji bo jinan, dikarin aboriya xwe pê ava bikin û alîkariya malbata xwe bikin û got: “Aboriya jinê piştgiriya jinan di warê moralî û darayî de dike. Divê hemû jin tevli kar bibin û alîkariyê ji kesê nexwazin. Ji bo jinên ku derfetên kar nabînin deriyê komîteya aboriya jin li pêş wan ji bo kar vekiriye.”