Firoşgeha şîrîniyên Balekayetî ya Çomanê jinan li hev kom dike

Jinên bajarokê Çoman di firoşgeha “Karê hevîr û şîrîniyên Balekayetî” a çêkirina nan û şîrîniyan de kar dikin û jiyana xwe û malbata xwe dabîn dikin. Geştiyar jî ji deverên cûda tên vêderê serdana vê firoşgehê dikin û nan li gel xwe dibin deverên jê hatine.

Çoman - Yek ji bajarokên girêdayî bajarê Hewlêrê yê Başûrê Kurdistanê Çoman dikeve Başûrê Rojhilatê Hewlêr 160 km ji Hewlêr dûre, 116 gundên wê hene û xwediyê şêniyek 47 hezare. Jinên Çomanê yên destbikêr li gorî derfetê heyî dixebitin û nanê xwe yê rojê peyîda dikin. Hêrû Kake ya 37 salî 2017’an firoşgehek a nan çêkirinê bi navê “Karê hevîr û şîrîniyên Balekayetî” ji bo jinan vekiriye û têde sê cûrên nan yên şikeva, nanê tirî û nanê Hewreman tê çêkirin. 8 jin rojane danê siharan, nîvro û şevê di vê firoşgehê de kar dikin. Jinên ku di vê firoşgehê de kar dikin rojane nêzî 800-1000 nan çêdikin.
“Gelek geştiyar serdana Çomanê dikin”
Hêrû Kaka da diyarkirin ku gelek geştiyar berê xwe didin Çoman û heskirinek cuda ya wan li beramberî berhemên vê derê hene û ji vêderê berheman dibin cihê xwe û wiha got: “Destpêkê karê min tenê ji bo herêma Çoman bû, lê belê heta min vêderê vekir û nanên me hemûyan naskir û  ji ber daxwazên zêde xelk ji Çoman, Soran, Hewlêr, Ranya û deverên din tên serdana me dikin û ji bo ew kesên ku nikarin serdana me bikin jî em bi xwe nan digîhînin wan. ev der cihek yê geştiyariyê ye  gelek geştiyar ji derve tên serdana me dikin ji vê derê nan û şirinî digrin dibin welatên xwe.”
“Nançêkirin karek zehmete lê belê jin bi coş kar dikin”
Hêrû Kaka wiha behsa zehmetiyên nan çêkirinê kir: “Ev kare pêwîstî bi hêzek zêdeye û jinan jî ji kevinde nançêdikin, jinên ciwan kêmtir ji nançêkirinê fam dikin bi taybet nanê Hewremanî, nançêkirin kedek mezin divê ew jinên ku li vêderê kar dikin ji kevin de nan çêkirine. Ew jinên ku di aliyê nançêkirinê de xwedî zanîni li vêderê kar dikin û dahata xwe û malbata xwe jî dabîn dikin. Li vêderê ji gelek na westin lê di rojên cejin û rojên taybet de dema ku daxwazê zêde li ser nan hebûn wê demê jinên vêderê di westin.”
“Dabînkirina dahata jiyanê hemû westanê dibe”
Sulhiye Mehemed a dayika şeş zarokan di firoşgeha nançêkirinê de kar dike dibêje: “Rojane demjimêr 4’ê sibehê têm dest bi kar dikim. Bi xwesteka xwe ez kar dikim ji ber dema ku li mal bê kar bûm her tim bêhna min teng dibû, raste karkirin zehmete û mirov gelek di weste, lê dema ku ez bêhna xwe didim û dibînim ku ez dahetê ji bo malbata xwe dabîn dikim hemû westaniya min diçe.”