Fereh Şaban bi çîpên daran şêweyên geometrîk ava dike

Fereh Şaban bi afrîneriyek mezin ji projeyên ku ji aliyê fabrîkaya dar a malbatê ve hatî çêkirin, çîpên dar berhev kir û bi wan çîpan projeyek taybet bi şêweyên geometrîk ava dike.

CAROLİNE BAZZİ

Beyrûd – Jina afrîner ji hemû amûrên xweza, bi destê xwe yê kedkar berhem ava dike. Jina ku bi hezaran salan rastî zordestiyê hatiye cardin bi fikrên xwe yên nazik û afrîner karibû bibe pêşenga civaka xwe. Bi pêşketina teknolojiyê re her çiqas hertişt amade bê pêşberî mirovan jî, lê jin cardin bi amûran dikare gelek berhem pêşkeşî civaka xwe bike. Ji wan jinan yek jî jina bi navê Fereh Şaban e ku ji projeyên ku ji hêla fabrîkaya dar ya malbatê ve hatî çêkirin, çîpên dar berhev dike û bi wan çîpên dar projeyek taybet bi şêweyên geometrîk diafrîne. Fereh Şaban karibû bi keda destê xwe, baweriya gel bi dest bixe û piştrast bike ku jin dikare her tiştî biafrîne. Fereh Şaban têkildarî karê xwe nêrîna xwe parve kir. 

"Min xwest projeyeke min a taybet hebe"

Fereh Şaban diyar kir ku wan febrîqeyeke daran vekir ku tê de ew mobîlyayan çêdikin û xemlên malê dîzayin dikin û wiha got: "Min xwest projeyeke min a taybet hebe û min ji projeyên ku fabrîkaya dar a malbata min hatî çêkirin çîpên dar berhev dikir û min bi wan çîpan amûrên nû diafirand. Min navê projeya xwe kir Farah Design. Dema ku me projeyên mezin digirt, di encama van projeyan de hin materyal xerab dibûn û ji bo ku ev materyal xerab nebin min biryar da ku ez wan di projeya xwe de bi kar bînim û van materyalan bikim hilberek nû. Min biryar da ku xetek sêwiranê biafirînim ku li gorî hemî xanî û xemilandin be, çi klasîk çi nûjen. Em amûrên malê yên darîn, qutiyên çayê, mase, maseyên satrancê, mobîlya û gelek tiştên din çêdikin."

“Bi vê projeyê ez dixwazim şopek bihêlînim”

Fereh da zanîn ku ew rengan naxe nav sêwiran û dar û pîvanên wê wekî wan dihêle û wiha pê de çû: "Divê em her carê sêwiranên ku heyî ji nû ve bi kar bînin û ev yek jî bi xwe re zehmetiyan ava dike. Min bîryar da ku ez jî di nava vê karê de projeyan ava bikim û niha ez li ser xemilandina firoşgehan û sêwiran dixebitim. Me kargeh di qonaxa herî dijwar a Lubnanê de vekir ku şoreşa 17’ê Cotmeha 2019’an destpêkiribû. Ruxmê buhabûna dolarê me proje vekir û me projeya xwe domand. Me karibû tiştên ku em çêdikin, hinerdayî welatên mîna Kendavê, Fransa û Ewrûpayê bikin. Dema ku min dest bi vê projeyê kir, min hewil da ku hemû tiştên ku ez jê hez dikim tevlî sêwiran bikim. Mebest ne qezenckirina darayî bû ku bi qasî min dixwast bi vê projeyê şopek bihêlînim.”

“Min piştrast kir ku jin dikarin her tiştî bikin”

Fereh Şaban herî dawî da zanîn ku ew bi vê projeyê nîşan daye ku jin dikare her tiştî bike û wiha bi dawî kir: “Projeyên ku min çêkirine, gelek pêşiya min vekir. Min karibû bi van projeyan gavên erênî bavêjim û heta ez beşdarî pêşengehan jî bibim. Ez beşdarî pêşengeha li bajarê Cîdde ya Sûdî Erebîstanê bûm. Her wiha beşdarî pêşengeha Beyrûd û Lubnanê bûm. Herî dawî jî di sala 2020’an de ez beşdarî pêşengeha Expo Dubai bûm. Dema ku ez berhemên ku dîzayn dikim derdixînim derveyî welat, ev tê wateyê ku jin dikarin beşdarî geşedanên aboriyê jî bibin. Tu sinor nîne ku jin xwe ji huner, îmkan û jiyanê qut bike. Ez beşdarî gelek pêşengehan bûm, ji bo piştgiriya jinan bikim û pişt rast bikim ku jin dikarin her tiştî ava bikin, çi li Lubnanê û çi jî li derve be.”