‘Dahata bi destên mirov kêfxweşiyek mezin e’

Şadî Rêbûar jinek li bajarokê Xurmal e li hemberî hemû astengiyên li dijî jinan, firoşgehek biçûk vekiriye, diyar kir ku mirov çiqas kar bike, ewqas kêfxweş û bi aram dibe.

 ASÛDE MIHEMED

Şarezûr- Bajarokê Xurmal girêdayî bajarê Helebceyê ye. Ew yek ji wan herêmên Başûrê Kurdistanê ye ku hê jî fikrên paşverû lê serdest in, rêgirî li kar û çalakiyên jiyana jinan dikin. Lê belê Şadî Rêbûar li hemberî hemû astengiyan dikaribûye bi hewldanên xwe bibe xwedî firoşgehê û ji bo jinên din bûye pêşeng.

Şadî Rêbûar, zêdetirî sal û nîv e xwedî karê xwe ye û firoşgehek biçûk bi navê ‘Zenê’ ji bo xizmeta jinên Xurmalê vekiriye.

‘Jinên ku tên vê derê kêfxweş dibin’

Şadî da zanîn ku dema destpêkê firoşgeh vekiriye, hemû kel û pelên tê de bi nirxek guncaw ku hemû kes bikaribin bikirin difirot, piştre li ser daxwaza jinan pêîwistiyên jinan zêde kiriye û got: “Li Xurmalê tenê ez û jinek din xwedî firoşgeha xwe ne. Ji ber ez jin im hîn zêdetir ji daxwazên jinan fam dikim. Tiştên ku jin daxwaz dikin tînim. Jinên ku tên firoşgeha min gelek kêfxweş dibin. Di vê demê de her dem nirxê dolar bilind dibe. Ev jî bandorê li ser buhayê hemû kel û pelan çêdike lê belê me rê neda nirxê kel û pelên me zêde bibe û me rewşa aborî ya xelkê li ber çavan girt.”

Şadî di dawiyê de got: “Vekirina firoşgehê xwesteka min bû, min dixwest kar bikim û pêdiviyên jinan bi cih bînim. Ne şert e tenê dayik û bav dahata jiyanê bikin. Wisa baştir e mirov xwedî dahata xwe û karê xwe be û bi vî awayî mirov kêfxweştir dibe. Ez jî ji ber ku xwedî firoşgehek wiha me gelek kêfxweş im.”