‘Divê ji bo parastina karkerên jin ên çandiniyê tevin were avakirin’

Koordinatora Tevgera Karkerên çandiniyê Mounira Bensalah ku ji bo mafê jinên karkerên çandiniyê yên Tûnis têdikoşe diyar kir ku divê ji bo parastina jinan di nava rêxistinên cûda û sendikayan de tevnek were avakirin.

ZOUHOUR MECHERGUI

Tûnis – Li Tunusê hêza sektora çandiniyê ji sedan 85’an pêktê, tenê ji sedan 16 jin xwedî erd in. Jinên ku bêyî ewlehiya wan ya civakî hebe û bi heqdestek kêm di bin şert û mercên giran de neçar tê hêlan bi xebitin, gelek caran ji ber gihandina bi ewle di rêyan de jiyana xwe ji dest didin. Koordinatora Tevgera Karkerên Çandiniyê Mounira Bensalah di derbarê jinên karker ên çandiniyê de û pirsgirêkên ku jiyan dikin de bersîva pirsên ajansa me da.  

Astengiyên li beramberî pêkanîna zagonên di qada çandiniyê de ji bo başkirina rewşa jinên dixebitin çiye?

Zagonên ku desthilatê beriya çend salan derxistiye holê têrê nake, ger bihata pêkanîn wê di sahê de pêkbihata, berûvajî her wezaret bê kordîne ji ber bi tena serê xwe dixebite zagon nayên pêkanîn. Di sala 2019’an de li herêma Sabala, piştî 7 jinên ku di felaketê de jiyana xwe ji dest da, di sektora çandiniyê de hinek guherin hatin kirin. Di derbarê karên di sektora çandiniyê de mekanizmayek ya hilgirtinê were avkirin di sala 2019’an de zagonên ku dişibe zagona 51’an hate derxistin. Ev zagon rojê jinên gundan bi deh dinaran, 3 dolaran têkoşînê dikin, ji bo başkirina rewşa wan daxwazên zextên civakê li pey hatin. Em jî dibêjin bila mevzuata nu were girtina dest ji bo mirinên di buyerên giştî de bang li rayedaran dikin.

‘Şert û mercên xebatê ji bo mirovan nayê avakirin’

Li rûxmê şert û mercên dij mirovane jinên karker ên çandiniyê kedek mezin ji bo têkoşîna jiyanê didin ma pêwîstî bi pilanek ku meyzeyî pirsgirêkê bike nîne? Hun di derbarê vê mijarê de dikarin çi bêjin?

Jin ji bo xwegihandina bi ewle û mafê wan yê askerî û ji bo dahata jiyanê bikin têkoşînê dikin. Piştî trajediya Sebala ya 2019’an jî hikumet ji bo başkirina şert û mercan neket tevgerê. Herçendî ku zagonek ya vê heye, lê belê gihandina bi ewle nehat pêkanîn. Ji ber wê jî ev qezayên ku jina tenê dihêlin derdikevin holê. Ji ber vê jî kesên ku hevkarê vê tirajediya dij mirovane, şopandina pêwîst nehat pêkanîn. Jinên ku ji bo jiyana xwe şer dikin şertên weke mirovan jêre nayên avakirin. Sersekinadina pêwîst nayê kirin, ewlehiya wan a civakî nîne û pareyek kêm digrin.

Jinên ku dixwazin pirojeyên wan yên çandiniyê bêyî ku werin vederkirin konfaransa jinên gundî li darbixin, we benga di aliyê bihêzkirina bernameyên aboriyê de kir, hun dikarin behsa van daxwazan bikin?

Di konfaransê de nîqaşên me li ser  jinên gund di rewşa serlêdana projeyên çandiniyê de bêyî ku zoriyek were derxistin, rastî netewperestiyê were û di mijara divê neyên vederkirin hat kirin. di heman demê de jin di qada çandiniyê de me bine wê xêz kir ku jin divê di aliyê aborî de were bihêz kirin. Ji bo jin projeyên xwe bi xwe bidin destpêkirin me banga asankirian pirusuduran kir.

‘Divê bernameyên bi hêzkirina aboriyê werin çalak kirin’

Bi hêzbûna jinê di aliyê aborî de, deriyek giringe ji bo têkoşîna jinê ya li beramberî tundîtûjiyê. Ji ber vê jinên karker ên ku dixwazin pirojeyên çandiniyê destpêbikin , divê bernameyên bihêzkirina aboriyê werin çalak kirin.  Ji bo asankirina gihandina van bernameyan divê şert û mercên asan yên pirusuduran avabikin. Ji bo bihêzkirina jinên di qada çandiniyê de di xebitin. Piştgirîkirina wan û ji bo alikariya bihêzkirina aboriyê ji bo jinên din wê bibe firsandek ya kar. 

*Ji bo jinên ku di qada çandiniyê de di xebitin we kampanyayek ya parastinê destpêkiri, hedefên we çine?

Me ji bo piştgirîkirina jinên gund yên di qada çandiniyê de di xebitin û parastina wan ya ji tundîtûjiyê, di heman demê de zagona parastina xebatek bê ewle, pareyek kêm, bêyî sîgortaya tendirûstiyê  were pêkanîn me dest bi kampanayayek navnetewî kir. Ji bo parastina rumet û jiyana jinên gundan yên di qada çandiniyê de di xebitin derket holê ku divê di navbera rêxistinên cûda û sendîkayan de tevnek were avakirin. Bi hatina femînistan re me bal kişand li ser giringiya bi ruhek nû  mezinkirina hevgirtinê.

‘Me banga avakirina koordînasyonê kir’

Her wiha em bang dikin ku qanûna kar, qanûna ewlehiya civakî bi heman awayî bi lez zagonan berçavan bigre û di demek herî kin de were guhertin emê bixebitin. Di sektora çandiniyê de ji bo karkerên jin û mêr ji derveyî qanûna barkirinê, me bal kişand li ser diyarkirina nirxê askerî standên ku qebûl kirin û divê li gora giringiya rêjeya enflasyonê li ber çavan bigrin. Di konfaransê de di heman demê de ji bo jinên karker koordînasyonên komên xwecihî û herêmê werin ba hev, pilanan ava bikin, ji bo karkerên jin koordînasyonekê ava bikin me bang kir.