Ruba Odeh behsa meşa cîhanî ya jinan li Bakurê Afrîqa û Rojhilata Navîn kir

Koordînasyona meşa cîhanî ya jinan a li Bakurê Afrîqayê û Rojhilata Navîn, bi têkoşîna li dijî polîtîkayên rejîmên kapîtalîst, hewl dide pêşî li xizanî û birçîbûnê, belavbûna bêkariyê, berdewamkirina nexwendinê û tundiya li ser jinan bigire.

RAFIF ESLEEM

Xeza- Têkoşîna li dijî polîtîkayên aborî û civakî yên ku ji aliyê rejîmên kapîtalîst, şîrketên navneteweyî û sîstemên kukmî ve tên meşandin, ji bo teslîmgirtina navendên sermayeya cîhanê, armanca sereke ya tevgera koordînasyona meşa cîhanî ya jinan a li Bakurê Afrîqayê û Rojhilata Navîn e.

Endama Koordînasyona meşa cîhanî ya jinan a Bakurê Afrîqa û Rojhilata Navîn a ji Filistînê Ruba Odeh ji ajansa me re diyar kir ku koordînasyona meşa cîhanî ya jinan li Bakurê Afrîqa û Rojhilata Navîn hevgirtineke cîhanî, federalî ye, ne alîkariyek e. Ji ber zext û parêzvaniya rakirina bêedaletiya aborî ya li ser jinan û piştgirîkirina gelên bindest ji bo bidestxistina mafên xwe yên çarenûsî dûr rejîmên zalim ji bo pêkanîna edalet û wekheviyê hat sazkirin, ew ji nêzî 53 welatan pêk tê ku li 5 parzemînan li seranserê cîhanê belav bûne.

Ruba Odeh da zanîn ku koordînasyonê di sala 1995'an de dest bi karê xwe kiriye, piştî meşeke girseyî ya jinan li bajarê Capet li Kanadayê li dijî xizanî û şîdetê, bi beşdariya zêdetirî 850 jinên ku deh rojan li kolanan geriyan û daxwazên xwe yên ji bo başkirina şert û mercên aborî û zêdekirina mûçeyan kirin. Di wê demê de ev hejmar zêde bû, gihîşt 2000 jinan û her ku çû zêde bû heta ku li çend parzemînan belav bû, bû tevgerek cîhanî ku bi milyonan jin tê de hene.

“Her sal 4 çalakiyên bingehîn tên lidarxistin”

Ruba Odeh anî ziman ku koordînasyon her sal 4 çalakiyên bingehîn li dar dixe, ya yekem çalakiya seferberiyê ye ku bi salvegera damezrandina roja jinan dest pê dike, ango ji 8'ê Adarê heta 17'ê Cotmehê berdewam dike. Ji bo ku banga jiholêrakirina tundî û xizaniyê bi hev re bikin. Çalakiya duyemîn ji bo pîrozkirina axê, di 5'ê Adarê de tê lidarxistin û tê de kampanyayek perwerdeyî der barê jiyana xwezayî bi piştevaniya jinên 5 parzemînan de, bi taybetî jinên cotkar ên Filistînî û Kurd ku pêwendiya wan a nêzîk bi axa xwe re heye, tê lidarxistin.

Ji ber ku armanca sereke ya koordînasyonê jiholêrakirina xizaniyê ye, ji bo redkirina gelek mijarên wekî nefret, emperyalîzm û şermezarkirina pevçûnên çekdarî dê çalakiya sêyemîn di 17’ê Cotmehê de were lidarxistin, ji aliyê din ve bang li gelan bi giştî û jinan bi taybetî tê kirin ku vegerin têkoşîn û rola jinan ji bo bidestxistina serweriya xurek û gihandina çavkaniyan biguherînin û teqezî li ser hevgirtina hemû gelan bikin.

“Her sal çalakî li dijî kapîtalîzmê û îstîsmara wê ya hovane tê lidarxistin”

Ruba Odeh diyar kir ku çalakiya dawî ya koordînasyonê her sal di 24'ê Nîsanê de tê lidarxistin û jin li dijî kapîtalîzm û îstîsmara wê ya hovane ya li ser kedkarên jin 24 saetan însiyatîfa têkoşîna femînîst dimeşînin. Ji bo hurmeta zêdeyî hezar karkerên jin ku li Bangladeşê ji ber ketina banê kargeheke tekstîlê, jiyana xwe ji dest dan wek îro ji sala 2013'an.

Der barê pêwendiya di navbera welatên endam de ji bo pêkanîna çalakiyên berê, Ruba Odeh diyar dike ku dezgehên neteweyî yên girêdayî her welatî hene ku li gorî armancên bingehîn û rêxistina pêkhatî ji dema damezrandina xwe ve di çarçoveya dîtin û armancan de kar dikin. Ev sazî erka wan ne tenê hevrêzî ye, ji bo şopandina hemû kêşeyên jinan û bûyerên navneteweyî û pêşkêşkirina wan ji herêmê re kar dike ku di encamê de wan ji Sekreteriya Navdewletî ya Hevrêziyê re dişîne da ku wan lêkolîn bike û dest bi cîbicîkirina gavan bike bala cîhanê bikşîne ser xwe.

“Jinên Filistînê di bin zextên dagirkeriya Îsraîlê de ne”

Di axaftina xwe de Ruba Odeh diyar kir ku ji aliyê dagirkeriya Îsraîlê ve li dijî jinên Filistînî zext tên kirin yek ji van jî herî dawî kuştina rojnameger Şîrîn Ebû Akleh e. Jixwe çalakiyên wê yên dawî zexta li civaka navneteweyî bû ku daxuyaniyekê bide tê de wê tawanê şermezar bike, nemaze ku hevrêzî di hemû daxuyaniyên xwe de balê dikişîne ser mijara azadkirina Filistînê û mafên gelê Filistînê ku ji dagirkeriyê xilas bibe û mafên çarenûsî bi dest bixe.

Ruba Odeh teqez kir ku jinên Filistînî der barê cureyên tundiya giştî û ya dagirkeriyê de, ya malbatan, koçberkirina ji axa xwe, polîtîkayên nijadperestî û dorpêçkirina Xezayê dibînin. Zêdebarî şîdeta civakê, şîdeta nava malê, tacîza zayendî ku bi kuştinên namûsê tê binavkirin, bêparkirina çavkaniyan, zewaca bi zorê û mijarên din.

Endama Koordînasyona Meşa Cîhanî ya jinan li Bakurê Afrîqayê û Rojhilata Navîn a ji Filistînê Ruba Odeh, diyar kir ku karkerên jin ên Filistînî ku rêjeyek girîng pêk tînin, têkoşînê didomînin ji bo wekhevî û rûmetê.