Heta niha jî zagona pêşîlêgirtina kuştina jinan nehatiye pêkanîn

Çalakvanên jin û parêzeran diyar kirin ku sedema tundîtûjiya li hemberî jinan tê kirin pêkneanîna zagona tundîtûjiyê ye di heman demê de di rewşa hevberdanê de pêşî li mafên jinan digre.

ŞÎNYAR BAYÎZ

Silêmanî- Bûyerên kuştin û xwekuştina jinan li Başûrê Kurdistanê rojane pêk tên. Li gorî daneyên pênv mehan ên ajansa me, zêdeyî 30 jin hatine kuştin yan jî neçarî xwekuştinê bûne, hinek ji wan di bin navê nemûsê de, hinek di di bin navê pirsgirêkên derûnî û civakî de, hinek jî pirsgirêkên wan li gel hevjînên wan derdikevin piştî hevbardanê rastî êrîşên bi armanca kuştinê tên.

Endama rêxistina ragihandin û ronakbîriya jinan Şade Beşîr der barê rewşa jinan a niha li Başûrê Kurdistanê de ji ajansa me re axivî û diyar kir ku ev rewş ji ber nebûna zagonê didome û tu alî û rêxistin piştgirî nadin. Ji ber wê jî niha jin tên kuştin û tundîtûjî li hemberî jinan tê kirin û wiha got: “Divê dema ku bûyerek çêbû, polîs û aliyên pêwendîdar bi awayekî hûr û kûr çavdêriya pirsgirêkê bikin û ew kesên ku gilî li ser wan hene divê rasterast ji aliyê dadgehê ve werin girtin. Lê belê ji ber nebûna helwestên wisa cidî guhnedana jinan wisa kiriye ku bûyerên kuştina jinan zêde bibin û mêr vê tundiya li hemberî jinan dubare bikin her wiha hebûna çekê jî sedemek sereke ya kuştina jinan e, niha di piraniya malên Başûrê Kurdistanê de çek hene û tu kes jî lêpirsînê li ser bikaranîna çekan nake.”

“Berpirsyar bi xwe rê li zêdebûna pirsgirêkên jinan vedikin”

Şade Beşîr li ser gotinên serokê hikumeta herêma Kurdistanê ya der barê kuştina jinan de ên “Li hemû cîhanê bûyerên kuştina jinan hene” û rewanîşandana kuştina jinan de wiha got: “Ev bêhêvîtiya ku em dibînin ew e ku ew kesên di asta hikumetê de berpirsyar in pirsgirêkên jinan qebûl nakin û pirsgirêka civakî û ya jinan li gorî wan pirsgirêkek civakî nîn e. Bawerî bi pirsgirêka jinan neanîne, wisa kirine ku tometbar ji aliyê serokeşîran û kesên destên wan dirêj in, di nava partiyan de bêceza bimînin.”

“Li gorî zagonê cezayê piştî hevberdanê ji ber tundîtûjiyê tê dayîn”

Parêzer Hawjîn Ehmed bi bîr xist ku sedema sereke ya kuştina jinan hebûna çekan a di nava malê de ye û got: “Ew kesên ku mirovan dikujin li gorî zagonên Iraqê cezayê sêdarê li wan tê birîn lê belê ev xal niha nehatiye bicihkirin. Hebûna kamerayên çavdêriyê ji bo girtina tawanbaran, rê vekiriye ji ber bi riya van kamerayan dikarin kujer tesbît bikin û bigrin. Jinên ku rastî tundîtûjiyê tên dixwazin gilî bikin lê belê ji tirsê newêrin giliyên zagonî li hemberî kesên tometbar bikin. Ev kes nayên girtin yan ji hinek hene biryara girtina tometbar heye jî lê nayên girtin heta ku ew mêr tê hevjîna xwe dikuje.”

Hawjîn Ehmed wiha berdewam kir: “Li gorî zagonê hevberdan mafê hevjînan e, sê cureyên cudabûnê hene. Yekem dema mêrek bixwaze ji jinek veqete wê demê tu pirsgirêk dernakeve. Ya duyemîn dema ku pirsgirêkek hebe herdu alî bin û daxwaza hevberdanê bikin di wê demê de herdu alî xwedî mafên daxwaza hevberdanê ne, sêyem hinek hevberdan hene bi awayê lihevkirî tên kirin. Gelek caran mêr vê peymanê weke pirsgirêk dibînin û tundîtûjiyê li hemberî hevjînên xwe dikin. Her çendî jin xwedî mafên hevberdanê bin jî ev maf ji destên wan hatiye girtin û mêran rê li ber jinan girtine ku nikaribin li dadgehê behsa tundîtûjiya ku li hemberî wan tê kirin bikin. Bêguman tundîtûjî di dema hevberdanê de yan jî di dema pêvajoyê de were bikaraîn ne zagonî ye û ceza jêre hatiye diyarkirin. Li gorî vê her mêrek dema piştî hevberdanê tundîtûjiyê li hemberî hevjîna xwe bike li gorî zagona jimare 8 a sala 2011’an a tundîtûjiya malbatê tê cezakirin.”