Rojnameger hatin darezandin

Îro ji rojnamegeran doza sadiye Eser, Semiha Şahîn, Pinar Gayip û Sîbel Hurtaş hat dîtin.

Navenda Nûçeyan - Danişîna 18’emîn a doza ku rojnameger Sadiye Eser jî di nav de 34 kesên bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” û “propagandaya rêxistinê” tên darizandin, li 6’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê hat dîtin. Di danişîna ku Eser tevlî nebûyî de parêzera wê Nermîn Selçûk amade bû. Şandeya dadgehê bi hêceta şewba vîrûsa koronayê (Kovîd-19), şopandina danişînê ya rojnamevanan asteng kir. Şandeya Dadgehê, ji bo ku kemasiyên dosyayê bên temamkirin, danişîn taloqî 25’ê Sibata 2022’yan kir.
15’emîn danişîna doza Edîtora Ajansa Nûçeyan a Etkînê (ETHA) Semîha Şahîn û nûçegihan Pinar Gayip jî di nav de 4 kes bi sûcdariyên “propagandaya rêxistinê” û “endamtiya rêxistinê” tên darizandin li 23’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê hat dîtin. Di danişîna ku Gayip û Şahîn beşdar nebûn de parêzer amade bûn. Şandeya dadgehê aşkera kir ku rapora pispor hatiye û ji bo parêzer raporê lêkolîn bikin û parastinê bikin danişîna din taloqî 10’ê Adara 2022’yan kir.
Danişîna doza rojnameger Sîbel Hurtaş jî hat dîtin û danişîna paşê taloqî 12’ê Nîsanê hat kirin.