Karê nedîtî çawa rojên jinên Mexrîbî dixwin?

Di nav veguherînên civakî yên li Mexrîbê de, bidestxistina wekheviyê di belavkirina demê de yek ji pirsgirêkên nedîtî dimîne.

HANAN HART

Mexrîb - Li Mexrîbê, wekhevî ne tenê bi gihîştina kar, di heman demê de bi şiyana xwedîkirina demê jî tê pîvandin. Lê gelo ev çavkanî bi awayekî dadperwerane di navbera jin û mêran de tê belavkirin? Ji bo gelek jinan, ev maf nayê dîtin, lê ew rojane ji hêla karê malê yê bêpere ve tê xerckirin ku di zarokatiyê de dest pê dike û qet bi dawî nabe.

Wekheviya demê

Ji temenê ciwan ve, keç fêr dibin ku dema wan ji bo xizmetkirina malbat û derdora wan tê veqetandin: birêvebirina malê, amadekirina xwarinê û lênêrîna xwişk û birayan. Berovajî vê, ji kuran re bêtir cîh tê dayîn ku bilîzin û xwe pêşve bibin. Ev jî, newekheviyek zû di awayê rêvebirina demê di navbera zayendan de didomîne û rolên kevneşopî di nav civakê de ji nû ve çêdike. Ev newekhevî bi temen re winda nabe; lê belê ew di jiyana pîşeyî û malbatî de bêtir diyar dibe. Ji bo gelek jinên ku dixebitin, roja kar dema ku ew ji ofîsê derdikevin bi dawî nabe. Beşek duyemîn li malê dest pê dike, ku rêzek karên rojane yên berdewam li benda wan e.

Lê belê, ev barê dirêjkirî ne tenê encama ketina jinan a nav hêza kar e, her wiha barê berdewam ê berpirsiyariyên hema hema temam ên navmalî ye, tevî beşdariyên wan ên di hêza kar de li derveyî malê.

Barekî duqatîn

 Maryam B., 38 salî ye û karmendek li Casablanca ye, vê rastiyê temsîl dike. Roja wê berî sibehê bi amadekirina taştêya ji bo zarokên xwe û birêvebirina malê berî ku biçe ser kar, dest pê dike. Dema ku vedigere malê, ew dest bi dewreyek nû ya karên malê dike, ji şuştina cil û bergan bigie heya amadekirina şîvê û alîkariya zarokên xwe ya di xwendina wan de. Maryam got ku “Carinan ez hîs dikim ku di rojekê de dem têr nake” û  wiha domand: “Ew wekî ku ez du jiyanan di carekê de dijîm e... yek li kar û yek li malê. Mêrê min piştî roja xwe ya xebatê dem dibîne ku bêhna xwe vede, dema ku ez bênavber dixebitim.”

OECD: Jin bi navînî her roj ji mêran bêtir demek li ser karê bêpere derbas dikin

Ev şahidî rewşek berfirehtir nîşan dide ku di raporên navneteweyî de hatiye belgekirin. Daneyên ji OECD’yê, nîşan didin ku jin, bi navînî her roj ji mêran bêtir dem li ser karê bêpere derbas dikin. Ev newekhevî derfetên wan ên ji bo perwerdehiyê, pêşketina pîşeyî û aramiya aborî sînordar dike û valahiyên heyî di nîşaneyên wekheviyê de didomîne.

 

Mexrîb ne îstîsna ye. Daneyên fermî yên Komîsyona Bilind a Plankirinê nîşan didin ku jin rojane 4 saet û 17 çirkan li ser karên malê, hem di hundir û hem jî li derveyî malê, derbas dikin. Li gor daneyan, mêr tenê 38 çirkeyan li ser van karan derbas dikin. Ev tê vê wateyê ku jin ji şeş demên xwe xwe yên rojane tenê yekê bêtir li ser karên wiha derbas dikin. Ev nîşan dide ku ji mêran 6 caran zêdetir e.

Mêr ji bo bêhnvedan an çalakiyên kesane bêtir derfetan dibînin

Lêkolînê her wiha eşkere kir ku dabeşkirina wekhev a karên malê di navbera hevjînan de li Mexrîbê sînordar dimîne. Tenê yek ji deh cotên xwendewar vê pratîkê dipejirîne. Ev valahiya di hejmaran de ne tenê belavkirina newekhev a karan nîşan dide, her wiha bandorên wê li ser jiyana rojane jî dirêj dibin. Mêr ji bo bêhnvedan an çalakiyên kesane bêtir derfetan dibînin, lê jin bi rêze berpirsyariyên malê û lênêrîna endamên malbatê bargiran dibin. Ev jî, şiyana wan a veqetandina dema ji bo xwe, sînordar dike.

‘Belavkirina newekhev a demê di zarokatiyê de dest pê dike

Di vê çarçoveyê de, Ibtîsam Tatî ku çalakvanek civaka sivîl e, bawer dike ku belavkirina newekhev a demê di zarokatiyê de dest pê dike û bi temen re kêm nabe. Di şûna wê de, li gorî dema kesane ya mezintir ku mêr jê kêfê digirin ew vediguhere barekî ducarî ku jin di navbera karê pîşeyî û erkên malê de hildigirin. Ibtîsam hişyariya “newekheviya di belavkirina rolan de ne tenê bandorê li derfetên jinan dike, di heman demê de zextek psîkolojîk a domdar diafirîne ku dikare bandorê li aramiya têkiliyên malbatê bike” kir.

Çareseriyên pêkan

Ibtîsam destnîşan kir ku ev şêwaz li seranserê hemû malbatan ne domdar e û sedema wê wiha vegot: “Ji ber ku hin kesan dest bi pejirandina nêzîkatiyên hevsengtir li ser bingeha berpirsyariyên hevpar di nav malê de kirine.” Ibtîsam Tatî banga ji nû ve nirxandina rêbazên civakîbûnê kir û wiha got: “Ji bo dayîna azadiya wekhev ji bo keçan wekî kuran a di rêvebirina dema xwe de û perwerdekirina hemû zarokan a bêyî cudahî, ya di jêhatiyên jiyanê yên bingehîn de wekî rêxistinkirina tiştên wan, beşdarbûna di karên malê de û pêşxistina xweseriyê de, parêzeriyê dike.”

Ibtîsam tekez kir ku parvekirina berpirsyariyan di nav malbatê de ne tenê zexta li ser jinan sivik dike û wiha got: “Di heman demê de dibe alîkar ku nifşek hevsengtir ava bibe ku dikare jiyana xwe bi serbixwe birêve bibe.”