Jina ku mafê xwe yê parastina rawa bikar anî hat berdan

Asya Dizlek a ku li dijî Serkan Erdogan ê li hemberî zarokên xwe êrîşa zayendî pêk anî, mafê xwe yê parastina rawa bi kar anî, hat berdan.

Navenda Nûçeyan – Darizandina Asya Dizlek a dayika zarokan ku Serkan Eroglu ji ber li hemberê du zarokên wê bi berdewamî êrîşa zayendî pêk anî mafê xweparastinê bi kar anî û wî birîndar kir, pêk hat.

Asya Dizlek û parêzerên alî di 5'emîn danişîna doza ku bi îdiaya "teşebusa kuştina bi qestî" de bi girti dihat darizandin amade bûn, Platforma Em ê Cînayetên Jinan Rawestînin (KCDP) jî doz şopand.

Asya Dizlek a di danişînê de mafê axaftinê girt, diyar kir ku 12 meh in girtî ye û da zanîn ku ji ber ew di girtîgehê de ye zarokên wê zirar dîtine. Parêzerê wê jî diyar kir ku zarokên muwekîla wê ber bi sûc ve hatine teşwîqkirin û îfadeyên zarokan ku êrîşa bavên wan radixe ber çavan hene û xwest  ji bo Asya Dizlek li gel zarokên xwe be, bi hepsa malê bê berdan.

Biryara hepsa malê

Piştî navberê biryar hat dayîn ku girtina kiryar Serkan Eroglu yê ku bi sûcên "êrîşa zayendî ya li hemberî zarokan”, "heqaret" û "derb" ku girtî tê darizandin dê girtî bimîne, li benda raporên ATK'ê bimînin û ji bo Asya Dizlek jî bi dayîna hepsa malê biryara berdanê hat dayîn.

Danişîna din jî taloqî 11'ê Mijdarê hat kirin.