Ji Narges Benazzo banga guhertina qanûnên Mexrîbê

Seroka Koalîsyona 490 Narges Benazzo da zanîn ku qanûnên Mexrîbê li gorî şert û mercên îro tevnagerin û ji ber zagonên baviksalarî mafên jin û zarokên keç tên binpêkirin û daxwaza guhertinên yasayî kir.

HANAN HARITE

Mexrîb - Aktîvîst û parêzvanên mafên mirovan banga sererastkirina qanûnan kirin û diyar kirin ku qanûnên cezayê yên Mexrîbê yên di salên 1960'î de hatine amadekirin û nehatine sererastkirin, êdî bi geşedanên civakê re li hev nayên.

Bizavkara mafên mirovan û seroka Hevbendiya 490 Narges Benazzo got ku qanûna tawanan di derbarê azadiya takekesî de pêwîstî bi guhertinan heye û got: “Madeyên 449, 450 û 454 ên ku kurtajê qedexe dikin, ji ber ku yasa ji aliyê zihniyeta desthilatê ve têne destnîşankirin, maf û azadiyan bi taybetî mafên takekesî sînordar dike.”

'Zagonên heyî cudaxwaz in'

Narges Benazzo destnîşan kir ku gelek peymanên navneteweyî yên ku ji aliyê Mexrîbê ve hatine îmzekirin hene, lê ev peyman nayên şopandin û Narges Benazzo qanûnên heyî wekî cihêkariyê bi nav kir. Narges Benazzo, diyar kir ku çînên herî mexdûr ji vê rewşê bandor bûne û got ku tevgera jin û mafên mirovan bi salan e ji bo derxistina hin xalan ji qanûna cezayê têdikoşe. Narges Benazzo diyar kir ku di bin ronahiya van metnên qanûnî yên ku kurtajê wekî mafê jinê yê biryardayînê sûcdar dikin, rojane bi qasî 400-800 kurtaj tên tomarkirin.

Jin neçarî kurtajê ne ewle tên hiştin

Narges Benazzo got ku gelek jinan bi dizî biryar dane ku kurtajê bikin bêyî ku lêkolîn bikin ka ew ewle ye an ne ewle ye û wiha domand: “Jin jiyana xwe dixe xeterê û gelek tevliheviyên ku dibin sedema mirinê, gelek ji wan kurtajên ne ewledar in. Qanûna cezayê ya Mexrîbê kurtajê sûcdar dike û kî ku wê bike, çi jin be, çi doktor be û kesên pê re bi cezayên herî giran tên cezakirin. Bijîşkekî ku hatiye îsbatkirin ku gelek caran kurtajên neqanûnî kiriye, dibe ku heta 30 sal cezayê girtîgehê lê were birîn."

'Divê kurtaj qanûnî be'

Narges Benazzo, diyar kir ku divê mafê jinan ê biryarê li ser bedena xwe hebe û wiha got: “Em dixwazin ku kurtaj li nexweşxaneyan rewa be. Mafê jinan heye ku ducanîbûna xwe bidomînin an nedomînin. Di mijara destdirêjiya zayendî de, xala 55'an a qanûna cezayê destûrê dide mexdûr ku bi sûcdarê destavêtinê re bizewice. Rewşeke wiha tê wateya binpêkirina mafên jin û keçan li welat. Em ne tenê daxwaza guhertina qanûna ceza dikin, di heman demê de daxwaza guhertina Qanûna Malbatê jî dikin. Zewaca zarokên keç îstîsmara zayendî ya zarokan e. Em her sal bi hejmareke mezin ji jinan re hevdîtin dikin. Dosyayên der barê zewaca biçûkan de îhmal kirin."

'Qanûnên heyî têra parastina jinan nakin'

Narges Benazzo da zanîn ku di sala 2004’an de Qanûna Malbatê hate guherandin û temenê zewacê ji 15’an bû 18’an û wiha got: “Lê belê di qanûnê de hê jî valahiyek heye ku biryarê dide dadger. Dadger dikarin erêkirina zewacê bidin jinên ku 18 saliya wan temam nebûye lê tê xwestin ku bizewicin. Hema hema hemî serlêdan têne pejirandin. Her wiha, ji ber guherîn û geşedanên ku Mexrîb dîtiye, pêwîst bûye ku Qanûna 2011’an bi peyman û peymanên navneteweyî yên ku Mexrîb pesend kirine re li hev bikin. Ji bo çareseriyên guncaw divê xebat bên zêdekirin. Divê nêzîkatiyeke mafên mirovan a ku mafê jinan û nasnameya wê weke takekes misoger bike û rê li ber pergala baviksalarî bigire hebe. Divê ji bo jinên rastî şîdetê hatine, parastin û stargehek têr bê dayîn. Ez bang dikim ku zagonek nû ya cezayê ku bi mebesta reformek berfireh û hevgirtî pêk were. Zagonên heyî têra parastina jinan nakin.”