Ji bo kiryarê Tugba Ozel cezayê “muebeta giran” hat dayîn

Murat Atilgan ê ku di 8’ê Adara 2023’an de li Êlihê Tugba Ozel qetil kir, bi biryara emsalê cezayê “muebeta giran” lê hat birîn. Kiryar bi gotina “Min bi taybetî 8’ê Adarê hilbijart” qetlîamê parast û di rûniştina biryarê de jî gotibû “Bi rastî ez 7’ê Ada

MEDÎNE MAMEDOGLU

Êlih - Rûniştina doza Murat Atilgan ê ku di 8’ê Adara 2023’an de Tugba Ozel a hevjîna xwe ya hev berdabûn bi çekê qetil kir li Êlihê hat dîtin. Dadgehê bêyî ku kêm bike cezayê “muebeta giran” li kiryar Murat Atîlgan ê ku bi gotina “Min bi taybetî 8’ê Adarê hilbijart” parastin kir, birî. Kiryar diyar kir ku li hember cezayê ku hatiye dayîn poşmane û di danişînê de got: “Bi rastî ez 7’ê Adarê difikirîm.”

‘Divê dadgeh erka xwe pêk bîne’

Di rûniştina ku li 2’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Êlihê hat dîtin de malbata Tugba Ozel, parêzer û Komeleya Pêşî Jin û Zarok amade bûn. Endama Komeleya Pêşî Jin û Zarokan Parêzer Nur Banu Satilmiş piştî tespîta nasnameyan parastin kir, bal kişand ser delîlên di dosyayê de û xwest kiryar bi giranî bê cezakirin û wiha got: “Em hewl didin pêşî li qetilkirina jinan bigirin. Em diyar dikin ku divê kesên vê dikin bên cezakirin û bêcezatî neyê pêkanîn. Ji ber vê yekê ez ji Enqerê têm. Ji niha û pê ve divê dadgeh erka xwe pêk bîne.”

Ji bo qetilkirinê 7’ê Adarê fikirîbû

Kiryar Murat Atilgan ê ku piştî parêzer parastina xwe kir, berovajî îfadeyên xwe yên berê parastin kir û poşmaniya xwe anî ziman. Kiryarê ku di parastina xwe ya ewil de got “Dilê min sar nebû” di rûniştina biryarê de wiha got: “Ez 7’ê Adarê fikirîm. Dem derbas nebû. Min ew di wê rewşa rihî de kir. Ez poşmanim, hûn dikarin telefonê hevalê min ê ji girtîgehê bikin û jê bipirsin, ew ê şahidiyê bike ku ez çiqas poşmanim.”

‘Bi vî rengî pêşî li bêcezakirinê tê girtin’

Dadgehê bêyî ku guh bide îfadeyên kiryar, bi sûcê “qetilkirina bi plan li dijî hevjîna xwe” cezayê “muebeta giran” lê birî. Parêzer Nur Banu Satilmiş, cezayê ku hatiye dayîn guncaw nirxand û got: “Li holê dîzaynek hebû. Ji bo me kêfxweşiyeke tal bû. Di van dozan de cezayê ku divê were dayîn ev e, ez hêvî dikim ku berdewama wê were.” Li ser îtîraza parêzerên kiryar dê biryar ji dadgeha bilind re bê dayîn.

Çi qewimî bû?

Tugba Ozel a dayîka du zarokan di jiyana xwe ya zewacê de rastî tundiya fîzîkî, psîkolojîk û zayendî ya kiryar Murat Atilgan hat. Tugba Ozel ku bi mehan ji bo telaqê li ber xwe da, di dema cudabûna xwe de jî rastî vê gef û tundiyê hat. Tugba Ozel ku di vê dema tundiya bi salan dom kir de rastî gefên kiryar ên “Ger tu giliyê midûriyeta polîsan bikî ez ê malbata te qetilbikim" hat, di 8’ê Adara 2023’an de dema ku diçû rawestgeha otobusê da ku here kar, bi çekê hat qetilkirin.