Emîne Şenyaşar: Ev edaleteke çawa ye?

Emîne Şenyaşar a ku derbarê wê de bi îdiaya heqaret li Wezîrê Karên Hundir ê Tirk Suleyman Soylu û endamê AKP'ê Îbrahîm Yildiz kiriye, derket pêşberî dadger. Danişîn bi telefona takekesî ya mubaşîr hate qeydkirin.

Riha -  Emîne Şenyaşar a ku 14'ê Hezîrana 2018'an di encama êrîşa parêzvan û xizmên wekîlê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz de hevjîn û 2 kurên wê hatibûn qetilkirin li gel kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê bi birîndarî rizgar bûbû, li ber Edliyeya Rihayê nobeta edaletê digre.

Emîne Şenyaşar, ji ber gotinên xwe yên di dema nobetê de ji Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylû û Îbrahîm Yildiz ê AKP'yî re gotibûn bi sûcdariya “heqaret” kiriye, careke din derket pêşberî dadger. Di danişîna ewil ku li 2’yemîn Dadgeha Ceza ya Asliye ya Rihayê hate dîtin de, ji bo Emîne Şenyaşar biparêzin bi dehan parêzer amade bûn.

Serokê Dadgehê nexwest hurgiliyên komkujiyê guhdar bike 

Di danişîna ku bi tespîta nasnameyan dest pê kir de serokê dadgehê ferman da ku Emîne Şenyaşar a pirsgirêkên wê yên tenduristiyê hene, li ser piyan bisekine. Emîne Şenyaşar bertek nîşanî serokê dadgehê da û got ku ne min kesên zarokên min qetilkirin darizînin. Emîne Şenyaşar komkujiya ku malbata wê di 14’ê Hezîrana 2018’an de lê rast hat vegot û pirsa “Ev dewleteke çawa ye, ev edaleteke çawa ye?” kir. Serokê dadgehê bi hinceta ku Emîne Şenyaşar dîsîplîna danişînê xera kiriye û behna wî teng kiriye, bi derxistina ji eywanê gef li Şenyaşar xwar. Serokê Dadgehê diyar kir ku naxwaze hurgiliyên komkujiyê guhdar bike û xwest Şenyaşar bersiva pirsên têkildarî heqaretê bide. 

Girtek hat girtin

Parêzerê malbatê Mehmet Alî Aslan diyar kir ku bûyerên ku Emîne Şenyaşar behs kiriye têkildarî dozê ne û xwest ku Emîne Şenyaşar heta dawiyê bê guhdarkirin. Li ser vê yekê serokê dadgehê, ji ber Emîne Şenyaşar dîsîplîna danişînê xera kiriye girtek girt. Emîne Şenyaşar bi lêv kir ku heqaret li kesên zarokên wê qetilkirine kiriye lê çi gotiye nayê bîrê. Tercumanê sondxwarî gotinên Şenyaşar xelet wergêrandin. Li ser berteka parêzeran, serokê dadgehê careke din ji Emîne Şenyaşar re pirsa “Te heqaret kir?” pirsî. Emîne Şenyaşar jî wiha got: “Min ew qet nedîtin ku ez heqaretê bikim. Kesên tên qetilkirin em in, kesên zilmê dibînin em in. Me derdixînin pêşberî dadgehê.”

Bi telefona takekesî qeyd hat girtin 

Piştî navbera hate dayîn serokê dadgehê diyar kir ku “li ser navê miletê tirk” darizandin tê kirin û xwest danişîn bi kamerayê bê qeydkirin. Mubaşîr bi fermana dadger, bi telefona xwe ya kesayetî danişîn qeyd kir. Li ser berteka parêzeran, serokê dadgehê diyar kir ku kameraya SEGBÎS’ê xerabeye û bi lêv kir ku wî ferman daye mubaşîr ku bi telefona xwe qeyd bike. Têkildarî vê pêkanînê ji aliyê parêzerên malbatê ve girtek hate girtin. 

Ceza hat xwestin

Dozger mutalaya xwe pêşkêş kir û xwest bi îdiaya Emîne Şenyaşar heqaret li Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylû û Îbrahîm Halîl Yildiz kiriye, Şenyaşar bê cezakirin. Serokê dadgehê pişt re biryar da ku qeydên di danişînê de hatine kirin neyên tercume kirin û danişîn taloqî 17’ê sibata 2023’yê hate kirin. Piştî danişînê Emîne Şenyaşar wêneyê zarokên xwe yên hatine qetilkirin nîşandan û bi gotina “Kê kuştin? Qeydên xwe derxînin” bertek nîşan dan. Şenyaşar, di korîdorên edliyeyê de berteka xwe berdewam kir.