Dozgeriyê der barê doza Narîn Guran de ramana xwe eşkere kir
Dozgerê ku di doza Narîn Guran de ramana xwe pêşkêş kir, ji bo 4 bersûcan cezayê muebbetê yê giran xwest.

Navenda Nûçeyan- Dozger der barê qetilkirina Narîn Guran a 8 salî ya ku di 21'ê Tebaxê de li taxa Çûlî ya navçeya Rezan a Amedê hat windakirin û cenazeyê wê di 8'ê Îlonê de hatibû dîtin de biryara xwe da.
Ji parêzerên dozê Nahît Eren ragihand ku dozger ji bo 4 bersûcan cezayê muebbetê yê giran xwestiye. Nahît Eren li ser hesabê xwe yê medyaya dijîtal ev tişt parve kir: "Ji îro pê ve Serdozgerê Komarê der barê dosyaya Narînê ya ku li 8'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê tê dîtin de ramana xwe ya bingehîn pêşkêş kir. Serdozgeriyê ji bo 4 bersûcên ji sûcê kuştina bi qest cezayê muebbetê xwest. Di 26'ê Kanûnê de ji bo Narînê em ê li salona dadgehê ya 8'emîn Dadgeha Cezayê Giran cih bigirin."