Dozgeriyê bi hinceteke dûrî ji aqil ceza kêm kir

Rozerîn Yildiz a ku di Hezîrana borî de ji aliyê cerdevan Ozcan Yildiz ve dihat xwestin bê qetilkirin, hêj têkoşîna jiyanê dide, dozgeriyê di îdianameyê hat amede kirin de ji bo daxistina tehrîkê hincetên derveyî aqilê diyar kir.

MEDÎNE MAMEDOGMLU

 

Amed – Di 8'ê Hezîranê de li navçeya Hênî ya Amedê Rozerîn Yildiz ji aliyê cerdevanê Ozcan Yildiz ê ku di pêvajoya hevberdanê de bû, hat xwestin bê qetilkirin. Rozerîn Yildiz a ku rastî tundiyê hat, piştre ji aliyê Ozcan Yildiz ve bi çekê bi giranî birindar bû. Rozerîn Yildiz a ku rakirin nexweşxaneyê 5 meh in xetereya jiyana wê didome, kiryar Ozcan Yildiz piştî bûyerê rojek hat girtin û şandin girtîgehê. Biryara nepenîtiyê ya ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Haniyê ve di lêpirsîna ku der barê mijarê de hatibû destpêkirin de hat dayîn, dosya ji Serdozgeriya Komarê ya Amedê re hat şandin. Di îdianameya ku serdozgeriya Komarê ya Amedê der barê lêpirsînê de dabû amade kirin, bikaranîna îfadeyên "çalakî di asta hewldanê de ma" û bersûc "rewşa negatîf ya ketiye hundirê vê" der barê Ozcan Yildiz de biryara bikaranîna “tehrîka neheq" da.

Ji kiryarmêr îfadeya tê zanîn

Di îdianameya ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve hatiye amadekirin de, bersûc Ozcan Yildiz bi îdiaya " bi zanebûn hewldana kuştina hevjîna xwe " bê darizandin. Di îdianameyê de ku herikîna bûyerê, îfadeya şahidan û raporên lêkolîna cihê bûyerê cih digire de, serî li îfadeyên datik û bavê Rozerîn Yildiz ku hewil hat dayîn bê qetilkirin nehat girtin. Kiryar Ozcan Yildiz di îfadeya xwe de îdia kir ku Rozerîn xwestiye wî bikuje.

Raporên heyî îfadeya kiryar derewand

Vegotinên Ozcan Yildiz, bi îfadeyên şahidan û raporên lêkolîna cihê bûyerê hat redkirin. Hate hînbûn ku Ozcan Yildiz roja bûyerê piştî ku ji malê derketiye ji şahid Abdûlvehap Dalçîçekê ku li ber malê bû gotiye, "Bira, li zarokan xwedî derkeve, min gule li hevjîna xwe rêşand, li erdê dirêjkiriye.” Dîsa di îdianameyê de hat diyarkirin ku îfadeyan bi raporên lêkolîna cihê bûyerê re li hev nake, di destê Rozerîn Yildiz a ku dixwest bê qetilkirin de bermahiyên guleyan nehat dîtin û hat diyar kirin ku parastina Ozcan Yildiz jî li dijî herîka jiyanê ya asayî û ji sûcê rizgarbûyin e.

Li gorî dozgeriyê sûc di qonaxa “hewldanê” de ma!

Hate hînbûn ku Ozcan Yildiz ê ku bi çeka cerdevaniyê gule li Rozerîn Yildiz reşandin, beriya niha jî gelek caran tundî li Rozerîn Yildirim pêkaniyê û gefên kuştinê xwariye. Derket holê ku dayika 3 zarokan Rozerîn Yildiza di vê pêvajoyê de gelek caran çûye mala malbatê, lê piştî ku gefên kuştinê dewam kiriye li stargehekê bi cih bûye û ji ber veqetîna ji zarokên xwe vegeriyaye mala xwe ya li Hêniyê. Di îdianameyê de cih nehat dayin ev pêvajoya hat jiyîn, îfadeya kiryar berçav girtin û hat gotin ku Ozcan Yildiz ji ber “tirsa ku karê xwe winda bike, zarokên wî bê dayîk bimînin û rewşa wî ya vê demê” bûyer pêk aniye. Her wiha dozgeriyê îdiaya "Ji ber ku reviyayê çalakiya pêkne aniyê, sûc di pêvajoya hewldanê de maye" pêşkeş kir, diyar kir ku şert û mercên pêkanîna tehrîka neheq avadibin.

Danişîna ewil a dosyayê dê di 1’ê Kanûna 2022’an de li 1’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê bê dîtin.