Îzmîr- Li navçeya Alsancak a Îzmîrê di 15’ê kanûna 2019’an de jinan bi reqsa Las Tesis êrişên li ser jinan protesto kirin. Derbarê 24 jinan de bi îdiaya “muxalfetiya li dijî qanûna civîn û meşên xwepêşandanê” û “biçûkxistina sazî û organên dewletê” doz li wan hatibû vekirin. Danişîna 5’emîn a dozê li 7’emîn Dadgeha Cezayê Asliye ya Edliyeya Bayrakliya Îzmîrê hat lidarxistin. Parêzer û nûnerên rêxistinên jinan dozê şopandin. Dadgeh ji bo biryara derbarê dozê de bide danişînê taloqî 31’ê adara 2022’an kir.
Doza Las Tesisê hat paşxistin
Doz Las Tesisê ya 24 jin jê tên darezandin taloqî 31’ê Adara 2022’an hat kirin.




