Di doza Pinar Gultekîn de biryara bi hincet hat ragihandin

Di doza Pinar Gultekin de biryara bi hincet hat ragihandin. Ji bo ceza niyeta kiryar Cemal Metîn Avcî ne "bi hesteke cinawirî kuştin” hincet hat nîşandan.

Navenda Nûçeyan – Li Muglayê, 3'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Muglayê, hinceta biryara "daxistina tehrîka nerewa" ya der barê kujerê Pinar Gultekîn Cemal Metîn Avci ku bûbû sedema bertekan mezin ên jinan aşkera kir. Dadgehê eşkere kir ku şewitandina cesedê Pinar ji aliyê Avci ve ne "sûcê eziyetê" çalakiya "jiholêrakirina cesed" e

Di doza Pinar Gultekîn de hinceta biryara "daxistina tehrîka nerewa" ya kujer Cemal Metîn Avci aşkera bû. Di biryarê de hat eşkerekirin ku şewitandina cesedê Pinar a ji aliyê Avci ve ne "sûcê eziyetê" çalakiya "ji holê rakirina cesed" e. 

Platforma Em ê Cînayetên Jinan Rawestînin (KCDP) a bertek nîşanî biryarê da, wiha got: “Em dibînin ku di biryara bi hincet de tenê kiryar tê parastin. Em vê biryarê qebûl nakin.”