Dadgehê ji lêdana bi daran re got: "Birîndarkirina bi zanebûn”

Nêrgiz Îbîş ji aliyê cîranê xwe Ramazan Akçan ve heta ku ji ser hişê xwe çû, bi darê lêdan xwar. Tevî giliyên wê jî Ramazan Akçan piştî îfadeyên wê hatin girtin, serbest hat berdan. Nergîz Îbîş da zanîn ku ew ji ewlehiya canê xwe bi fikar e.

MEDÎNE MAMEDOGLU 
Semsûr- Li gundê Kîtîş ê navçeya Kolik a Semsûrê, Ramazan Akçan ê 70 salî li cîrana xwe Nêrgîz Îbîş xist û wê bi giranî birîndar kir. Serê wê yê ku di bûyera meha Sibata borî de qewimîbû de hatibû şikandin bi 21 kêlan hat dirûtin. Kiryar Ramazan Akçan ê ku piştî giliya Nergîz Îbîş, hat binçavkirin, tevî dara bi xwîn di mala wê de hat dîtin jî di heman rojê de hat berdan.
Piştî ku di ser bûyerê de çend meh derbas bûn, Ramazan Akçan bi îdianameya ku ji aliyê Dadgeha Cezayê Asliye ya 2’emîn a Kolikê ve hat amadekirin de hat darizandin û Nergiz Îbîş a ku di heman dosyayê de bi giranî birîndar bû jî wekî bersûc hat dîtin.
Destên xwe yên bi xwîn li ser dîwar gerand û tehdît kir
Hat hînbûn ku Nergîz Îbîş dema ji bo zibil bavejê diçû nava baxçe dîtiye ku di baxçe bi têlan dorpeçkirî ye, ji bo derbas bibe du darên li dora bexçe rakir lê di wê demê rastî gefên Ramazan Akçan ên "Li benda min bin, ez têm" hat. Ramazan Akçan piştî tehdîdan, dema ku dît Nêrgiz Îbîş ber bi mala xwe ve dimeşe rawestand, bi darê di destê xwe de li Nergiz Îbîş xist. Heta ku hişê Nergîz Îbiş ji serê wê çû bi dar lêxist, piştî bûyerê, destê xwe yê bi xwîn li ser dîwar gerand û got; “Ez ê xwîna we hemûyan birijînim. Xizmê min ê dozger heye. Leşker û polîs bi min re ne. Ji ber vê yekê ez we hemûyan bikujim jî nakevim girtîgehê.”
Tevî 21 kêlên di serê wê de jî wekî "bi zanebûn birîndarkirin" hat dîtin!
Nergîz Îbîş piştî bûyerê rakirin nexweşxaneyê û girtin emeliyatê, piştî ku tenduristiya wê baş bû çû qereqolê û der barê Ramazan Akçan de gilî kir. Di lêpirsîna ku piştî giliyê hat destpêkirin de, der barê Ramazan Akçanê ku Nêrgîz Îbîş derb kiribû de bi sûcdariya "Bi zanebûn birîndarkirin" îdianame hat amadekirin. Di heman lêpirsînê de bi hinceta ku Nergiz Îbîş jî li Remezan Akçan xistiye bersûc hat dîtin. Parêzera Nergiz Îbîş ku me der barê mijarê de jê agahî girt, diyar kir ku ji bo dosyayê bibin daîreya cezayên giran daxwaza biryara bêpeywiriyê kirine.
"Ewlehiya canê min tune ye" 
Nergîz Îbîş bi Ramazan Akçan re 2 saetan di binçav de ma hat berdan û neçar e li heman gundî bijî, diyar kir ku ewlehiya canê wê tune ye. Nergîz Îbîş, anî ziman ku mala wê 2 gav dûrî kesê bi qesta kuştine lêdaye ye û wiha got: “Tu ewlehiya canê min tune ye. Hema bibêje her roj ez vî zilamê dibînim. Niha jî li derdorê digere û dibêje ez çi bikim jî naçim girtîgehê, kes nikare min bigre. Ewlehiya canê min tune ye, ez ditirsim. Dema ku hevjîn û zarokên min ne li malê bin ez ditirsim û bi fikar li benda qewimîna bûyerek nexweş dimînim."
"Tiştê ku ez dixwazim edalet e" 
Nergîz Îbîş, anî ziman ku yekane daxwaza wê edalet e û bi van gotinan bertek nîşanî tiştên hatine jiyîn da: “Ez tenê dixwazim ew cezayê xwe bikşîne. Dewletê wî rojek jî di girtîgehê de nehişt û yekser serbest berda. Li min xist, tiştek ku neke nema lê îfadeya wî girtin û berdan. Niha bi hêzgirtina ji dewletê dikare her tiştî bike. Jiyana min di xeterê de ye. Dozek heye, heta niha nehatiye dîtin, tenê daxwaza min ew e ku cezayê xwe bikşîne. Ji bo wê çi ji destên min bê ez ê bikim. Kesek nemaye ku wî mêrî wan tehdît nekiribe lewre pişta wî qewî ye û dibêje, ez kê bikujim jî nakevim girtîgehê.”