5 sal cezayê girtîgehê li Nahîd Shirpisheh hat birîn

5 sal cezayê girtîgehê li Nahîd Shirpisheh ya ku dayika Pouya Bakhtiarî ku li Îranê yek ji qurbaniyên “Serhildana Mijdarê” ye, hat birîn.

Navenda Nûçeyan – Ji dayika Pouya Bakhtiarî ku li Îranê di xwepêşandanên meha Mijdara 2019’an de ku weke “Serhildanên zêdebûna bihabûya sotemeniyê” tê bibîranîn, jiyana xwe ji dest da, Nahîd Shirpisheh re cezayê girtîgehê hat birîn. Hate hînbûn ku ji aliyê Dadgeha Karajê ve 5 sal cezayê girtîgehê lê hatiye birîn. Her wiha hat zanîn ku Nahîd Shirpisheh ji pêvajoya girtina xwe heta niha, bi qedexeya telefon û hevdîtina malbatê re rû bi rû ye.

Nahîd Shirpisheh ku di 28’ê Tîrmeha 2022’an de hat binçavkirin û girtin, li Girtîgeha Kachooiê tê ragirtin.