Navenda Nûçeyan – Welatiya Baheyî Flora Samdanî ku li bajarê Yezd ê Îranê dijî, di 3’ê Gulana 2026’an de hêzên ewlehiyê bi ser mala wê de girtin û ew binçavkirin.
Li gorî agahiyan, hêzên ewlehiyê di dema serdegirtinê de, mala Flora Samdanî lêgerîn kirine û dest danîne ser tiştên wê yên şexsî û li gel xwe birine.
Heta kêliya nûçe hatî amadekirin, sedemê binçavkirinê, sûcên lê tê barkirin û saziya ew binçavkirî de tu daxuyeniyek fermî nehate dayîn.
Flora Samdanî berê jî ji ber baweriya olî rû birûyî pêvajoyên binçavkirin û darazê hatibû, hate diyarkirin ku hevjîna welatiyê Baheyî Ehmed Naeîmî ye.




