Gelo bi belavbûna agahiyan jin tên parastin?

Parastina jinan ji tundiyê êdî ne bi çareserkirina êrîşa piştî ku çêbûye ve sînordar e; bi pêşîgirtina li belavbûna agahî, wêne û hûrguliyên taybet dest pê dike ku eşkerekirina wan rewşên bi xeter bi xwe re tîne.

ESMAA FETHÎ

Qahîre – Di serdemeke ku agahî di çend deqeyan de li ser ekranan belav dibin. Belavbûna wisa demildest ne tenê vegotina bûyerê, di heman demê de bi xwe re xeterên cur be cur tîne.

Bûyera kuştina keça xwendekara dibistanê li Misrê, careke din balansa nazik a di navbera mafê civakê û yê agahî û mafên jinan ê nepenîtiyê û parastinê de nîşan da. Bi taybetî ji ber stîgmaya civakî ya potansiyel, zirara psîkolojîk û encamên yasayî yên parvekirina agahiyên wan ên kesane. Her wiha zehmetiyên destwerdana zû di têkoşîna li dijî tundî û cudakariyê de, xeterên bikaranîna daneyan û wêneyên dîjîtal gefan eşkere dike û pirsan li ser têrkeriya pergala parastinê û yasaya Misrê di parastina daneyên kesên winda û kuştiyên ji ber tundiyê de derdixe holê.

Dema ku lêgerîna kesên windabûyî ji bo wan dibe xeterek

Parêzer Zeyneb Ebû Talib bawer dike ku ev pirsgirêk valahiyek eşkere dike ku divê bi zelaltir were çareserkirin. Ji ber ku pirsgirêk ne tenê bi parastina daneyên bersûc ve girêdayî ye, di heman demê de ber bi parastina daneyên der barê kuştiyan ve jî diçe, bi taybetî di rewşên windabûnê de ku dibe agahiyên pir hesas ên li ser jinan tê de hebin.

Zeyneb Ebû Talib diyar dike ku bûyera zaroka xwendekara dibistanê, destpêkê weke windabûnê dest pê kiriye, piştî ku hatiye dîtin, hûrgulî û wêneyên têkildarî wê û kesê ku ew pê re bûye hatine belavkirin. Her wiha da zanîn ku eşkerekirina van hûrguliyan bûyerê ji çarçoveya ewlehiyê ya sînorkirî derxistiye qadeke belavkirinê ya berfirehtir, encamên civakî yên cidîtir bi xwe re aniye.

Parastina daneyan mekanîzmayeke zelal hewce dike''

Zeyneb Ebû Talib diyar dike ku mijûlbûna bi daneyên keçek winda re divê pêşî ji prensîba parastina wê dest pê bike, ne tenê ji daxwaza gihîştina wê û wiha domand: "Parastina daneyan di rewşên wiha de mekanîzmayeke zelal hewce dike, ji ber ku xeter bi dîtina kesê winda bi dawî nabe; berevajî vê xeterek din dikare dest pê bike ger agahdariya ku tê belavkirin hûrguliyên ku dikarin li dijî wê an li dijî endamên malbata wê werin bikaranîn, di nava xwe de bihewîne."

'Mijilbûna bi daneyan re kontrolên bêhtir pêwîst dike'

Zeyneb Ebû Talib tekez dike ku zagona Parastina Daneyên Kesane ya Hejmar 151 a 2020'an çarçoveyek girîng ji bo parastina daneyan temsîl dike û wiha berdewam dike: "Mijûlbûna bi daneyên têkildarî bûyerên sûc re hewceyê kontrolên bêhtir û protokolên taybetî e, ji ber hesasiyeta vê cure agahiyê û encamên potansiyel ên eşkerekirina wê ku ji binpêkirina nepenîtiyê wêdetir diçin."

Belavkirin çawa dikare xeterê zêde bike?

Pirsgirêk ne di daneyan bi xwe de ye, di wateya ku civak piştî belavkirina wan dide van daneyan de ye. Agahiyên ku ji bo ajanseke ewlehiyê yan rojnamevaneke bêalî ne, di hawirdoreke civakî ya muhafezekar de, dikarin di çavên malbatê yan civaka derdorê de bibin delîlên sûcdariyê, heta berî ku her lêpirsîn temam bibe yan jî her sûc were îsbatkirin.

Li gorî Zeyneb Ebû Talib, ev xal di doza wê xwendekarê de bi awayekî xurt hebûye, ji ber ku gihîştina hûrguliyên têkiliyê ji bo malbatê û dûre belavbûna wê ya berfirehtir, hişt ku bûyer bi têgeha 'şerm' û 'namûsê' were xwendin li şûna ku wekî bûyerek ku hewceyê parastin û lêpirsînê were çareserkirin.

Dema ku damxeya civakî dibe hincetek ji bo tundiyê

Zeyneb Ebû Talib bilêv kir ku binavkirina van sûcan wekî' sûcên namûsê bi serê xwe beşek ji pirsgirêkê ye, ji ber ku ev pênasekirin dibe ku hebûna hincetek îstîsnayî ji bo tundiyê nîşan bide lê kuştin hê jî kuştin e û nikare tenê ji ber ku sûcdar xwedî parastina civakî bûye, bibe kiryarek rewa.

Zeyneb Ebû Talib eşkere kir ku ferqek heye di navbera hebûna rewşên yasayî yên taybetî de ku dibe  ji hêla kesên yasayan çêdikin ve di hinek rewşan de werin rêxistinkirin û veguherandina têgeha "namûsê" ji bo hincetek giştî ku dihêle bav an bira jinê ceza bike yan bikuje. Zeyneb tekez dike ku civak hewceyê hişmendiyeke qanûnî ya mezintir a van sînoran e da ku adetên civakî neguherin tiştek dişibe desthilatdariyek paralel bi qanûnê re.

Vegerandina namûsê bi kuştina jinan nabe

Zeyneb Ebû Talib gotinên zilamek ku dema jinek ji malbatê dikuje wekî "namûsa xwe vegerandiye" dibîne, hişyarî dide ku ji ber ev gotin hawirdorek civakî diafirîne ku cureyek nasnameyê dide kujer li şûna ku wî bi kuştina tevahî re rûbirû bihêle. Zeyneb li axaftina xwe wiha zêde dike: "Dubarekirina van ramanan bi riya medyaya dîjîtal xeterê mezintir dike. Ji ber ku şîroveyên kujer pê pesnê xwe didin an jî ji bo wî li hincetan digerin dikarin bibin alîkar ku baweriya tundiya li dijî jinan were qebûlkirin. Ger ev şîrove di bin sernavê "namûsê" de were danîn, xurttir dibe."

'Dîsîplîn nabe ravekirina kuştinê'

Zeyneb Ebû Talib rexne li tiştê ku ew wekî bikaranîna hinek nivîsên yasayî yan têgehên giştî ji bo rewakirina êrîşê di bin navê dîsîplînê de dibîne, dike û tekez dike ku dîsîplîn nikare bibe rewakirina kuştinê. Pêdivî bi ji nû ve nirxandina gotûbêja yasayî û civakî heye ku dibe rê bide şîrovekirina xelet a hinek biryaran.

Dema ku sûc dibe beşek ji şêweyekî berfirehtir ê tundiyê

Ji bilî bûyera xwendekara keçik, dubarebûna bûyerên kuştina jinan pêwîst dike ku her bûyerek wekî beşek ji çarçoveyeke civakî ya berfirehtir were dîtin, li şûna ku wekî bûyerek tenê were hesibandin.

Zeyneb Ebû Talib bawer dike ku rêjeyên tundî û kuştinê bi awayekî metirsîdar zêde dibin. Vê yekê bi gelek faktorên têkel ve girêdide. Her wiha dide zanîn ku perwerdeya qels a malbatê, kêmbûna diyaloga di nava malbatê de, rûbirûbûna zêde ya naveroka tundiyê her wiha hinek awayên çewisandin û cudakariyê di nava malbat, dibistan û civakê de dibin sedem.

Berpirsyarî tenê ji ber faktorek nîn e

Zeyyneb dide zanîn ku berpirsiyarî tenê bi faktorekî ve nikare were girêdan, wiya didomîne: “Ji nû ve avakirina pergala nirxan bi malbatê dest pê dike û li dibistan, saziyên olî û civakê derbas dibe. Pêwîstiya diyaloga berdewam di nava malê de ku dihêle zarok û ciwan hêrs û pirsgirêkên xwe diyar bikin xwe div an bûyeran de dide der. Ger ev yek hebe li şûna ku wan veguherînin tevgerên tundiyê dê bi rêbazên din çareser bikin. Mijareke din jî cudakariya di navbera zarokan de di nav malbatê de ye. Ev yek dikare hestên hêrs û nefretê çêbike, bi taybetî dema ku ev yek veguhere cezayên bedenî, heqaret û çewisandinê, rewş xirabtir dibe û alozî mezintir dibin.”