UNESCO: Divê daristanên Mangrove bên parastin

Ji bo parastina daristanên Mangroveyan, Dîrektora Giştî ya UNESCO, Audrey Azoulay, banga zêdekirina hişmendiya cîhanî ya li ser van deveran kir.

Navenda Nûçeyan - UNESCO’yê da zanîn ku ji bo parastina daristanên Mangroveyan ên cîhanê, dem derbas dibe.

Dîrektora Giştî ya UNESCO Audrey Azoulay di peyama xwe ya bi boneya Roja Navneteweyî ya Parastina Ekosîstema Mangrove de banga bilindkirina hişyariya cîhanî ya li ser van deveran kir û wiha got: "Tê texmîn kirin ku ji sê çaran zêdetir mangrovên cîhanê niha di xetereyê de ne. Meha bê, UNESCO dê projeyek nû bide destpêkirin ji bo vejandina daristanên mangrove li Amerîkaya Latîn, Kolombiya, Kuba, Ekvador, El Salvador, Meksîka, Panama û Perû. Proje dê derfetên aborî ji bo civakên herêmî peyda bike û dê danûstandin û parvekirina zanyariyan di navbera gelên herêmî û xwecihî û civaka zanistî de hêsan bike."

UNESCO ji bo parastina mangrovên cîhanê bi înîsiyatîfên wekî jeopark û şûnwarên Mîrateya Cîhanî dixebite.