Rapora qeyîrana hişkesaliyê hat eşkerekirin

Hevberdevka Komîsyona Ekolojiyê ya HDP'ê Menekşe Kizildere, anî ziman ku qeyrana hişkesaliyê û avhewayê bûye qeyrana aboriyê.

Enqere - Komîsyona Ekolojiyê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), têkildarî rewşa hişkesaliyê û avhewayê rapor amade kir. Komîsyonê rapor li Navenda Giştî ya HDP'ê bi raya giştî re parve kir. Di civînê Hevberdevkên Komîsyona Ekolojiyê ya HDP'ê Menekşe Kizildere û Naci Sonmez, Parlamenterê HDP'ê Murat Çepnî, amade bûn. Hevberdevka Komîsyona Ekolojiyê ya HDP'ê Menekşe Kizildere, anî ziman ku di 5'ê Hezîranê de îqtîdar naveroka têgehan vala dike û sûcê dewletê dixe sutiyên kesan. Meneşke anî ziman ku hikûmet qeyrana bingehîn a welat û ekolojiyê nabîne û naxwaze bibîne. 
“Bi guhertina avhewayê re germa jî zêde bûye”
Menekşe da zanin ku 5'ê Hezîranê Roja Derdorê ya Cîhanê restorasyona ekosistemê ye û wiha got: "Ekosistem êdî hildiweşe. Ji bo balê bikişînin ser qeyrana Ekosistemê û çareserî bê pêşkêşkirin ev tema  û roj hatiye diyarkirin. 5'ê Hezîranê ji bo Tirkiyeyê roja ku qeyrana ekolojîk aşkere bike û çareseriyê peyda bike ye. Lê di pêvajoya ku îqtîdar ketiye xizmeta sermayedaran ev yek ne pêkan e. Li Tirkiyeyê sedema sereke ya qeyrana Ekolojiyê îqtîdar bi xwe ye. Bi guhertina avhewayê germa jî zêde bûye.” 
Menekşe anî ziman ku ji sala 2019'an heta niha li Tirkiyeyê qeyrana avhewayê belav bûye û wiha got: “Nezla avê di 30 salên dawî de ji sedî 48 kêm bûye. Di 10 salên dawî de ji sedî 38 av kêm bûye. Ji ber avhewayê êdî çêre û çandinî bereketa wan kêm bûye. Sewalkarên sewalan xwedî dikin nikarin êm û çêreya sewal û pezê xwe peyda bikin. Ji ber vê yekê buhayê êmê sewalan zêde bûye. Dîza zexîre û xurek zerarê dide çotkar û rençberan. Kirîn kêm bûye û buha zêde bûye. Welatiyê me êdî dest ji xwe berdane. Niha li pêşiya me qeyranek mezin a xurekê heye. Em bi qeyranek mezin a xurekê re rû bi rû ne. Ji bo pirsgirêka qeyrana avhewa û ekolojiyê baş bibe divê berî her tiştî îqtîdara heyî bê guhertin. Divê berî her tiştî rêveberiya vî welatî bê guhertin."