Li Xezayê ji bo hişyarkirina hewcedariyên avê kampanyayek hat destpêkirin

Armanca kampanyaya parêzvaniya dijîal a ji bo zêdekirina hişmendiyê li ser hewcedariyên avê ew e ku di belavkirina naveroka bandorker a li ser pirsgirêkên av û paqijiyê de li Xezayê hişmendiyê kûr bike.

RAFIF ESLEEM

Xeza - Komeleya Aîşe ya ji bo Jin û Zarokan kampanyayek parêzvaniya dîjîtal li ser medyaya dijîtal ji bo hişyarkirina li ser hewcedariyên avê û peydakirina xizmetguzariyên paqijiyê ji bo malbatên Xezayê da destpêkirin.

Koordînatora kampanyayê Semah Ebû Misameh diyar kir ku armanca kampanyaya parêzvaniya dîjîtal a ji bo zêdekirina hişmendiya li ser hewcedariyên avê ew e ku di belavkirina naveroka bandorker a li ser av, paqijî û mijarên paqijiyê de, li Xezayê hişyariyê bide û wiha pê de çû: “Projeya başkirina av, paqijî û xizmetguzariyên paqijiyê yên ewle ji bo malbatên herî mexdûr, piştgirî dide mafên jinan ji bo bidestxistina ava paqij di ronahiya êşên civakê de ji ber hebûna çavkaniyên avê yên paqij. Divê were zanîn ku tenduristî û paqijî ne mijarên ku tenê jin û keçên ciwan eleqedar dikin e, mêr jî tê de beşdar dibin, ev tê wê wateyê ku pêdivî bi bilindkirina hişmendiya wekheviyê li ser bingeha zayendî heye.”

Kampanyaya îmzeyan hat lidarxistin

Semah Ebû Misameh da zanîn ku di nava çalakiyên di çarçoveya kampanyayê de hatin lidarxistin de du xelekên radyoyê ligel lidarxistina danişînên tweetkirina elektronîkî û şandina peyamên nivîsê ji hejmarên herêmî re hatin weşandin û wiha axaftina xwe berdewam kir: “Ji bo komkirina îmzeyan li ser mijara kampanyayê li ser înternetê daxwaznameyek hat amadekirin. Di çalakiyan de teqezî li ser girîngiya beşdariya jin û zarokên keç di diyarkirina pêwîstiyên av û paqijiyê de, weke yek ji pêdiviyên bingehîn ku divê ji aliyê zayendî ve were dabînkirin, hat kirin.”

‘Divê saziyên pêwendîdar di warê avê de barê malbatan sivik bikin’

Semah Ebû Misameh eşkere kir ku pêdivî heye jin beşdarî danişînên diyarkirina hewcedariyên ku ji hêla şaredarî û saziyên berpirsyar ve tên lidarxistin bibin da ku dem û mîqdarên guncav ên ava ji jinan re hewce dike were zanîn û wiha got: “Divê şiyanên pêşkêşkerên xizmetguzariyê di warê plansaziya li ser bingeha zayendî de ku pîvanên civakî û hawirdorê li ber çavan digre bi formên elektronîkî yên jin tijî dikin da ku di wê yekê de alîkariya wan bikin, werin pêşxistin. Divê saziyên pêwendîdar polîtîkayên avê yên ku barê malbatan kêm dike pêk bînin.”

Semah Ebû Misameh da zanîn ku divê jin di rûniştinên hesabpirsînê de rola xwe bilîzin û wiha anî ziman: “Av ji bo bikaranîna kesan e û divê bê madeyên zirardar be. Pîvanên navneteweyî destnîşan dikin ku mafê her mirovê heye ku rojane 120 lître avê bigre lê para hemwelatiyên li Xezayê rojane ji 90 lître derbas nabe. Ji pêşkêşkerên xizmetguzariyê tê xwestin ku tedbîrên guncav bigirin da ku hemwelatî mafên xwe yên avê tevahî bi dest bixin.”