Li Helebê parka bi navê Gulistana Rojbûna Azadiyê hat vekirin

Bi boneya rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şeradariya bajarê Helebê parka bi navê Gulistana Rojbûna Azadiyê vekir.

Heleb- bi boneya 4’ê Nîsanê roja rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi pêşengiya jinên Şeradariya taxa Şêx Meqsûd û Eşrefiyê yên bajarê Helebê parka bi navê Gulistana Rojbûna Azadiyê li Cebanat a ku dikeve taxa Şêx Meqsûda Şerqî vekirin. Di vekirina parkê de endamên sazî û dezgehên sivîl, Kongra Star û partiyan amade bûn.

“Hêviyên gelên bindest zindî bûn”

Li ser navê Rêveberiya Jin a Şaradariya taxa Şêx Meqsûd û Eşrefiyê Fatma Heyder û got: “Di serî de em rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li tevahî gelên azadîxwez pîroz dikin. Rojbûna Rêberê Gelê Kurd rojbûna hebûnê ye. Em vekirina vê parkê bi navê rojbûna azadiyê diyarî Rêberê xwe û şehîdên doza azadiyê dikin. Rojbûna Rêber Apo ne rojbûneke normal e ev rojbûn bi xwe re hêviya gelê ku bi hezaran salan bindest mabûn zindî kir. Jixwe jî fikra azad li tevahî cîhanê belav kir û niha jî bi milyonan li ser riya Rêber Apo ne. Hêviya me ew e ku em di demeke nêz de rêberê xwe di navbera xwe de bibînin.”

Pişt axaftinan dar û gulên cur be cur hatin çandin, paşê jî govend hat gerandin.