Li berpesarên çiyayê Cudî şewat dewam dike

Li daristana gundê Gundikê Ramo yê quntarê Çiyayê Cûdi şewat derket.

Şirnex - Li daristana gundê Gundikê Ramo yê li quntarê Çiyayê Cûdî ku girêdayî bajarokê Gundikê Melî yê Şirnexê ye şewat derket. Sedema şewata derket nehat zanîn û tu mudaxele jî nayêkirin. Hat diyarkirin ku şewata mudaxele lê nayê kirin her ku diçe belav dibe. 
Li qada Besta Tîkera ya Çiyayê Cûdî ya ser bi Şirnexê di bin kontrola leşkeran de ev hefteyeke cerdevan daran dibirin û xwezayê talan dikin.