Lêkolînera Jîngehê: Rola jinan di aboriya kesk de girîng e

Lêkolînera jîngehê Şahîra Odeh diyar kir ku “aboriya kesk” bi encamên hilweşîna pergala cîhanî û xisarên giran li karsazan hatiye pêşxistin û bal kişand ser rola girîng a jinan di pêşxistina aboriya kesk de.

RAFIF ESLEEM

Xeza - Aboriya kesk weke kêmkirina xetereyên jîngehî tê pênasekirin. Lêkolînera jîngehê Şahîra Odeh a ku aboriya kesk nirxand, diyar kir ku peyva kesk tê wateya her tiştê di hawirdorê de gemarî çênabe û bargiraniyê li ser jîngehê çênake.

'Aboriya kesk bi hilweşîna pergala aborî ya cîhanê derket holê'

Şahîra Odeh, bal kişand ku aboriya kesk xwedî gelek aliyên xwe ye û got: “Ya yekem têkoşîna li dijî xizaniyê ye û piştre jî aliyê civakî ye. Baweriya bi aboriya kesk di encama hilweşîna pergala aborî ya cîhanî û xisarên giran ên li karsazan de derket holê. Ji ber vê sedemê meyla aboriya kesk heye û bûye amûrek ji bo afirandina derfetên kar. Wek nûbûn û enerjiyên afirîner, kişandina sermayeguzariyan, piştgiriya zeviyên enerjî û avê.”

'Çavkaniyên enerjiyê yên ku nayên nûkirin divê bi baldarî bên bikaranîn'

Şahîra Odeyê bal kişand ku madeyên jîngehê pêwîstî bi rêveberiyeke rast heye û wiha got: “Çawa ku çavkaniyên jîngehê tên bikaranîn girîng bûye. Ji ber vê yekê, yek ji sedemên ku rê li ber meyla ber bi aboriya kesk ve diçe, zêdebûna ji sedî 24 a nifûsa cîhanê ye. Ji bo afirandina teknolojiyek paqij, jin divê di avêtina çop, vezîvirandin, bi xîret bikaranîna çavkaniyên enerjiyê yên ku nayên nûjenkirin wek av û ceyran û dabînkirina xwarina rojane ya saxlem de bibin mînak.”

'Welatên Ereb di nava welatên herî mexdûr de ne'

Şahîra Odeh bi lêv kir ku divê rêveberên projeyên bi vî rengî li ber çavan bigrin ku debara wan çawa dibe dostê jîngehê û wiha got: “Divê riyên nû yên ku kêm bi karbonê ve girêdayî ne werin pêşxistin û di sektorên enerjî û veguhestinê de reformên berfireh bên kirin. Li gorî lêkolînan, welatên Ereb di nav welatên herî metirsîdar ên guherîna avhewayê de ne.”

'Di aboriya kesk de rola jinan girîng e'

Şahîra Odeh diyar kir ku ew difikire ku berfirehkirina aboriya kesk dikare ji bo pirsgirêkên komên xizan, bi taybetî zarok, extiyar û kesên xwedî pêdiviyên taybet bibe çareseriyeke bingehîn. Di aboriya kesk de rola jinan girîng e. Li gorî Bankaya Cîhanê ji bo jinan girîng e ku çavkanî û dahatê zêde bikin. Bi vî awayî dê veguhestina xizaniyê ji nifşekî bo nifşê din kêm bibe.”

'Di têkoşîna li dijî xizaniyê de rola pêşeng a jinan derket holê'

Şahîra Odeh destnîşan kir ku hilberîna çandiniyê û xwarinê du çavkaniyên sereke yên keda jinan in, Şahîra Odeh destnîşan kir ku girtina ferqa zayendî ya di çandiniyê de dikare destkeftiyên girîng ên xwarinê ji civakê re peyda bike û got: “Di têkoşîna li dijî xizaniyê de rola pêşeng a jinan derketiye holê. Jin ne tenê di sektora çandiniyê de, di gelek beşên weke enerjî, av, vezîvirandina çop û turîzmê de jî rola xwe dilîzin.”

Şahîra Odeh, anî ziman ku bandora jinan di biryarên siyasî de lawaz e û wiha berdewam kir: “Ji ber ku bi têra xwe îmkana beşdarbûna siyasetê nabînin. Ev jî dibe sedem ku ew nikaribin daxwazên xwe bînin ziman. Divê jin bi lezgînî girîngiya rola xwe bi cihgirtina di beşên curbecur ên aboriya kesk de bizanibin. Heger tevli bibin dê berpirsyariya dabînkirina zeviyên çandiniyê, ewlehiya xwarinê, av û enerjiyê bigrin ser xwe.”