Dewletê zagon derxist şirketên navdewletî çav berdan Kurdistanê!
Hevberdevka Komîsyona Ekolojiyê ya DEM Partiyê Melîs Tantan diyar kir ku bi zagonan pêşî li texrîbkirina ekolojiyê hatiye vekirin û got: “Li dijî talanê têkoşîna meşrî pêwîst e.”
MEMÎHAN HILBÎN ZEYDAN
Çewlîg – Li Kurdistanê bi salan e xweza, bi hinceta “ewlekariyê” bûye hedefa polîtîkayên ku bi gelek armancan tên meşandin. Pêvajoya ku di salên 1990’an de bi şewitandina û bi zorê valakirina gundan destpê kir, gel ji hilberînê hat dûrxistin, ji cih û warê xwe bû, ax û mal hatin wêrankirin. Heman polîtîka îro bi awayên cuda tên meşandin. Di deh salên dawî de di serî de Şirnex, li herêma Botan û Serhedê bi hezaran dar hatin jêkirin, li Dêrsim, Amed û Mêrdînê agir bera daristanan dan. Ev yek hilweşîna li ser xwezayê nîşan didin.
Niha jî ax û zeviyên gel pêşkêşî sermayedaran tên kirin.
“Zagona Avhewaê” ya di sala 2025’an de ket meriyetê, ji aliyê gel ve ne “weke têkoşîna li dijî krîza avhewayê, zagona ji bo berjewendiyên sermayeye” tê dîtin û rastî bertekan tê.
Li Kurdistanê bi projeyên santralên jeotermal (JES), santralên enerjiya rojê (GES) û yên bendavê re, zêdebûna lêgerîna madenan, ne tenê xwezaya herêmê texrîb dike, gelê herêmê neçarî koçberiyê dike.
‘Polîtîkaya salên 90’an niha bi awayên cuda tê meşandin’
Hevberdevka Komîsyona Ekolojiyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan (DEM Partî) Melîs Tantan, têkildarî texrîbatên li ser ekolojiye û xeterên ku ji ber çêdibin nirxandin kir. Melîs Tantan got ku qirkirina li ser ekolojiyê li Kurdistanê di salên 1990'an de bi şewitandina gundan destpê kiriye û ji wê demê ve heta niha van polîtîkayan bi awayên cuda didomin
Melîs Tantan diyar kir ku texrîbkirina xwezayê hem li Tirkiye hem jî Kurdistanê her diçe zêdetir dibe û got: “Polîtîkayên bi hinceta ‘ewlekariyê’ bi polîtîkayên rantê re her diçe zêde dibin û didomin.”
‘Parastina ekolojiyê ji bo Kurdistanê bi qasî jiyanê girîng e’
Melîs Tantan wiha domand: “Texrîbat her çû li Kurdistanê zêdetir bû. Bi projeyên madene, lêgerînên petrole û ketina şîrketên navdewletî ya Kurdistanê, polîtîkayên tunekirina ax, hewa û avê didomin. Gelek gund, zozan û gelî niha bi projeyên JES’ê tên tunekirin. Parastina ekolojiyê xwedîderketina li xwezayê ji bo Kurdistanê bi qasî jiyanê girîng e.”
‘Sermayeyên navdewletî çav bera Kurdistanê dane’
Melîs Tantan diyar kir ku “Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk” bûye sedem ku hinek rantxur berê xwe bidin Kurdistanê, got ku sermaya navdeweletî çav bera Kurdistanê daye û wiha got: “Lewre dema ku şer diqede çavên van aliyan ji pere pêştir tiştek nabînin. Me dît ku çend roj berê gelê herêmê, li Kanîreş, Gimgimê beriya wê jî li Şirnex û navçeyên Amedê xwedî li axa xwe, gund û zozanên xwe derdikeve lewre baş şêniyên herêmê baş dizanin ku dê dawî li talanê neyê. Haya me jê heye ku Muduriyeta Giştî ya Maden û Petrolê ruxsetan zêdetir kiriye. Wezareta Enerjiyê van projeyan weke ‘hemleya pêşketinê’ nîşan dide. Zagonên torbe ji bo pêşîvekirina li razemeniyên nerjî û madene, talankirina parken milî, zagona axê û arizîkirina lezgîn hatin derxistin. Bi van hemû guherînên zagonî dê proje hêsantir û bê qural bikevin meriyetê û her biçe zêdetir bibin.”
Melîs Tantan hişyar kir ku di serî de li Kurdistanê dê li hemû cîhanê texrîbkirina ekolojiyê zêde bibe û got ku li hemberî vê yekê dê têkoşîna ji bo parastina ekolojiyê jî bidome.
‘Ne zagona Avhewayê ya bazirganiyê ye’
Melîs Tantan, diyar kir ku zagona Avhewaê ya di sala 2025’an de hat derxistin, di rastiyê de “zagona bazirganiyê” ye û got: “Zagona Avhewaê, ji bo peymanên bi Yekîtiya Ewropayê re (YE) bazirganiya emîsyonê hatiye amadekirin. Tenê navê ‘Avhewa’ kê kirin. Navê wezaretê guherandin kirin Wezareta Bajarvanî û Guherîna Evhewayê. Peymana Avhewa ya Parîsê îmze kirin lê ji bo avhewayê tu gav navêtin. Mesrefên ji bo santralên termîk, bazara madenkariyê mezin kirin. Pê re jî zagona torbe derxistin. Wê zagona torbe bû sedem ku hemû astengiyên burokratîk ên li di pêvajiyên nirxandina li ser bandorên li ser hawirdorê ji holê rakirin. Rêxistinên ekolojiye, parêzvanên xwezayê û gundiyan gelek çalakiyan li dar xistin. Çûn meclîsê, li wê derê ketin greva birçîbûnê lê dîsa jî wê zagonê ji meclîsê derbas bû. Niha li Dadgeha Bilind e (AYM), di pêvajoya îtirazê de divê di demek nêz de ji aliyê AYM’ê ve were redkirin lewre van zagonan dijberî makezagonê ne.”
‘Ajalên ku tenê li van deran hene dê êdî bibin nêçîr’
Melîs Tantan bal kişand ku ji bo xweza bi hêsanî were talankirin, tenê bi zagonên torbe bi sînor nemane û da zanîn ku di bin navê zagona nû de “Parkên Milî” ji talanê re hatine vekirin û wiha domand: “Li vê derê têkildarî nêçîrvaniyê hinek guherîn hatin kirin. Gelek nebatên endemik an jî ajalên ku tenê hûn li wan parkan dibînin dê bibin nêçîr. Ji ber wê ev talan tenê bi projeyên şîrketan an jî polîtîkayên ewlehiyê yên li Kurdistanê bi sînor namîne. Ji aliyê hikumetê ve guherînên hiqûqî yên sîstematîk jî bi xwe re tîne.”
‘Tişta ku were kirin tenê têkoşîna rewa ye’
Melîs Tantan bi gotinên; “Temê têkoşîna meşrû dimîne” têkoşîna bi pêşengiya jinan tê kirin bi bîr xist û wiha berdewam kir: “Ji aliyekî ve doz û îtiraz didomin, ji aliyekî ve gel li axa xwe xwedî derdikeve. Jin di vê mijarê de pêşengiyê dikin. Herî dawî li Mêrdînê di projeya santrala enerjiya rojê (GES) de mirov li pêşiya wesayîda aydê şîrketek rûniştin û nehiştin derbas bibe. Di mîtînga li Kanîreşê de jî jin li pêş bûn, gotin ‘em ê axa xwe nedin.’ Vê biryardariyê divê li hemû bajar û navçeyên Tirkiye û Kurdistanê belav bibe lewre ev êrîş dê zêde bibin. Dîrok, tendirustî û pêşeroja me di xeterê de ye.”
‘Gund bi gund mezra bi mezra divê bi tevlîbûna jinan em têkoşîna xwe mezin bikin’
Melîs Tantan, gotinên xwe wiha bi dawî kir: “Ger îro têkoşîna div î warê de mezin nebe dê sibê tu tişt di dest me de nemîne. Malên me gundên me, çiyayên me û bajarên me dê neminin. Di dawiyê de em ê hemû li cihên xirab, di mercên nebaş de bi awayekî zor bijîn lewre polîtîkayên qirkirina ekolojîk bi polîtîkayên xizaniyê re didomin. Li dijî vê yekê divê em xwe bi rêxistin bikin. Divê em rêxistinên hawirdorê ava bikin. Bi rêxistinên ked û pîşeyê re têkoşîna xwe bidomînin. Divê em gund bi gund, mezra bi mezra jin û ciwanan tevlî bikin û têkoşîna xwe bidomînin.”