Ji bo beşdariya kampanyayê bang hat kirin

Tevgera Ekolojîk a Mezopotamyayê bi dirûşma “Tu jî darekê biçîne jiyanê şîn bike” banga beşdariya kampanyaya ku îsal ji bo mexdûrên erdhejê dane destpêkirin kir.

Navenda Nûçeyan- Tevgera Ekolojîk a Mezopotamyayê kampanyaya bi navê “Bi şitlekê li jiyanê xwedî derbikeve” dabûn destpêkirin diyar kir ku îsal diyarî kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane hatiye kirin. Tevgera Ekolojîk a Mezopotamyayê ku daxuyaniyek nivîskî weşand diyar kir ku wê di navbera 1-10’ê Nîsanê de li hemû qadên Tirkiye û Kurdistanê bi dirûşma "Tu jî darekê biçîne, jiyanê şîn bike” banga beşdarbûna kampanyayê li rêxistinên ekolojîk, civaka sivîl û hemû gel hat kirin.

Tevgera Ekolojîk a Mezopotamyayê di daxuyaniya der barê kampanyayê de wiha got:

“Em li dijî pergalek ku li çar parçeyên Tirkiye û Kurdistanê daristanan talan dike û bi taybetî di erdnîgariya Kurdistanê de bi polîtîkayên ku tunekirina daristanan û bi temamî tunekirina jiyanê re rû bi rû ne. Di pêvajoya şerê germ ê ku li Kurdistanê tê meşandin de li kêleka wê daristanên tên tunekirin, di salên dawî de bi hinceta ewlehiyê bi hezaran dar ji rehê xwe tên qutkirin. Polîtîkayên tunekirina daristanan û vakakirina ji mirovan ên ‘tunekirinê’ berdewam dikin.

Desthilatdar weke rantê nêz dibin

Erdheja ku di 6’ê Sibatê de navenda wê Bazarcix e û gelek bajar jê bi bandor bûne, mekanîzmayên pergala rantê veguherand felaketê. Bi deh hezaran kesên zindî jiyana xwe ji dest dan, qadên jiyanê hatin tunekirin. Desthilatdar, piştî vê felakete careke din bi heman aqilî bi rêbazên li dijî demokrasiyê û ekolojîk bi lez ketine nava pêvajoya avakirinê. Careke din bi hemû polîtîkayên ku rantê dihewîne di felaketa erdhejê de canên ku me ji dest dane em ji bîr nakin.”