Hişkesaliyê ava seyrangeha Kuna Masî jî kêm kiriye

Kuna Masî yek ji seyrangehên bi nav û deng ên Silêmaniyê jî ji ber hişkesaliyê ava wê kêm bûye û bi kêmbûna avê re geştiyarên wê jî kêm bûne.

 
ŞENYAR BAYÎZ
Silêmanî - Kuna Masî yek ji seyrangehên gundê Kuna Masî ku dikeve herêma Gaplun ya navçeya Şarbajara ser bi bajarê Silêmaniyê ve ye. Di aliyê erdnîgarî de gundewarên Kuna Masî, Dulpêşkî û Şêxan dikevin heman xetê ne, li başûr gundê Karêze, li rojhilat gundê Berdeşîna rojava û başurê rojava jî gundê Balax bi hev ve girêdayîne. Her sal bi taybet di werza havînê de gelek welatî ji bo demek xweş derbaz bikin serdana seyrangeha Kuna Masî dikin. Îsal jî gelek kesan serdana seyrangeha Kuna Masî kirine lê belê li gora salên borî rêjeya wê kêmtire. Sedemê wê jî ji ber kêmbûna ava wê ye. 
Ji ber kêmbarîna baranê ava Kuna Masî kêm bûye
Ji ber kêm barîna baranê û zêdebûna pileya germayê, ava gelek herêman kêm bûye. Kuna Masî jî yek ji van herêmane ku salane ji ber ava zêde gelek kesan berê xwe didine, ava wê gelek boş bû û xelkê têde avjenî dikirin, lê belê îsal ji ber kêm barîna baranê ava wê kêm bûye û binê avê tê ditin.