Guherîna avhewa bandorê li aboriya jinan dike

Guhertinên avhewayê yên di encama polîtîkayên neo-lîberal de bandorek neyînî li jiyanê dike û jin ji aliyê tundiya fizîkî û aborî de zêdetir ji vê guherînê bandor dibin.

ASMAA FATHI

Qahîre - Jinên ku di zeviyên çandiniyê de dixebitin û cotkariyê dikin herî zêde ji guherîna avhewayê bandor dibin.

Pispora Psîkolojiya Perwerdehiyê Doktor Fatima Mansûr diyar kir ku guherîna avhewayê bandorê li hemû cîhanê dike, lê ji encamên wê yên aborî herî zêde jin jê bandor dibin.

Fatima Mensûr diyar kir ku jin bi giştî bedelê krîzên avhewa, aborî û siyasî didin û diyar kir ku jin weke xeleka qels a ji kar derxistinê tên dîtin û pêşî jin ji kar tên derxistin.

Hejmara projeyên mîkro kêm e

Fatima Mensûr anî ziman ku kêm projeyên mîkro yên jinan hene û destnîşan kir ku guherîna avhewayê bi taybetî bandorê li sektora çandiniyê dike û gelek malbat ji ber ku nikarin dahata têr peyda bikin di rewşeke dijwar de ne.

Li gundan dizî zêde bûye

Seroka Meclisa Pêşengên Pêşerojê Sahar Mensûr diyar kir ku li navend û navçeyên derdora wê rêjeya şîdeta nava malbatê gelekî zêde bûye û destnîşan kir ku yek ji sedemên sereke yên vê jî encamên guherîna avhewayê ye. Sahar Mensûr destnîşan kir ku rêjeya diziyê li gundan zêde bûye û got ku ev mijar tenê bi vê yekê re sînordar nîne. Sahar Mensûr banga çareserkirina krîzên li ser jinan kir.