Geliyê Godernê jî wekî gelek cihên din dê di bin avê de bimîne

Ji ber bendavên hatine çêkirin gelek cihên dîrokî yên li herêmê di bin avê de mane. Cihên wekî Heskêf, Gêl jî mînakên li ber çav in ku ev her du warên xwedî dîroka hezaran salan, bi ‘polîtîkaya bendavan’ re di bin avê de man. Geliyê Godernê yê dîrokî ku bi dîrok û xwezaya xwe her sal bi hezaran kes ji bo ger û geştê tê serdan wî, dixwazin bikin qurbana bendavê.

Ji ber bendavên hatine çêkirin gelek cihên dîrokî yên li herêmê di bin avê de mane. Cihên wekî Heskêf, Gêl jî  mînakên li ber çav in ku ev her du warên xwedî dîroka hezaran salan, bi polîtîkaya bendavan’ re di bin avê de man. Geliyê Godernê yê dîrokî ku bi dîrok û xwezaya xwe her sal bi hezaran kes ji bo ger û geştê tê serdan wî, dixwazin bikin qurbana bendavê.
MEDÎNE MAMEDOGLU
Amed - Erdnîgariya Kurdistanê ku bi dîrok û xwezaya xwe bedewiyên cihêreng dihewîne, ji bo bendavan tê fedakirin. Bi polîtîkayên çêkirina bendavan, dixwazin Geliyê Godernê jî mîna Heskêf, Gêl û Xelfetiyê di binê avê de bihêlin. Geliyê dîrokî di navbera Farqîn, Pasûr û Hazroyê de ye û di çarçoveya Projeya Başûrê Rojhilatê Anadoluyê (GAP) de tê plankirin, di bin avê de bimîne. Geliyê ku bi şelale xwe û xwezaya xwe tê nasîn û rojek bê serdana mirovan vala namîne, bi bendavê wê ji holê rabe.
Dê gelî bi dîrok û xwezaya xwe ji holê rabe
Projeya Bendava Farqînê ku niha ji sedî 70’ê wê qediyaye, bi hemû leza xwe didome. Nêzî 50 gundên girêdayî navçeyên Farqîn, Pasûr, Hezro û Licê dê di bin avê de bimînin û ya girîngtir, dê tevahiya Geliyê Godernê ku qadeke dîrokî û xwezayî ye, di bin avê de bimîne. Geliyê Godernê herêmeke xwezayî ye xwedî xwezayeke dewlemend, avahiya çandî û paşeroja dîrokî ye û dikare bibe mîrateyek cîhanî.
Tê plankirin ku di 2022’an de biqede
Geliyê ku tê texmînkirin bi bendavê winda bibe, her sal ji aliyê bi hezaran geştiyarên xwecihî û biyanî ve tê ziyaretkirin. Gelê li herêmê, li dijî çêkirina bendavê derdikeve, gundiyên di bin tehdîda bendavê de dimînin jî hê erdên xwe nefirotine. Bendava ku hê çêkirina wê didomê, tê plankirin ku heya dawiya 2022’an dê biqede.
Hin cihên dîrokî yên beriya Geliyê Godernê di bin bendavê de mane ev in:
Xelfetî; Riha
Gundê ku beriya di bin avê de mine, li ber çemê Firatê ava bûye, xaniyên bi kevir hatine çêkirin û kolanên ku bi kevirên Arnavût hatinê çekirin, mirovan heyranî xwe dihêlin. Niha, dîmenê herî berbiçav ê gundê Savaşan minareya mizgeftê ye ku avahiya wê ya bingehîn di binê avê de maye.
Gêl: Amed
Gêla Amedê di bin Bendava Dîcleyê de maye û di hindurê bajara ku îadê Aşûriyan e de, şikeft, hemam, gora şah û cihên mirov li wan jiyane tenê di wêneyên ku berê hatine kişandin de tên dîtin êdî. Gêla ku wekî bajara pêxemberan tê zanîn, 10 pêxemberên ku navê wan di Quranê de derbas dibin, tê bawerkirin ku gora wan li wir e. Digel ku tê bawerkirin 10 pêxemberên bi navê Hz. Elyas, Hz. Zulkîf, Hz. Harûn, Hz. Enûş, Nebî Harun, Nebî Omer, Nebî Hallak, Nebî Zennun, Nebî Harut, Nebî Danyal û Nebî Hormuz, li vir hatine definkirin, navçe yek ji girîngtirîn navendên çand û geştiyariyê yên Amedê ye. Li Gêlê ku di dîrokê de ji gelek şaristaniyên cihêreng re mazûvanî kiriye, qesrên Suryaniyan û gelek şikeftên kevnar û wêneyên keça padîşah hene. Ev şikeft û gelek warên dîrokî bi Bendava HES’ê ya Dîcleyê ku 20 sal berê çêbûbû, di bin avê de man.
Heskêf: Êlih
Bendava Ilisuyê ya ku di çarçoveya Projeya Başûr Rojhilatê Anadoluyê (GAP) de hatiye çêkirin, Heskêfa ku dîroka wê 12 hezar sal heye daqurtand. Bi destpêkirina desteserkirinê re di Tîrmeha 2019’an de, bendav bi zêdetirî 200 gund û deverên dîrokî di bin avê de ma. Bendava ku 135 kîlometre dirêj û 400 metre jî fireh e, di nava sînorên Sêrt, Mêrdîn, Êlih û Amedê de cih digre.