Daristanên herêma Bestayê 4 rojin dişewite

Şewata ji ber bombebarana balefirên şer ên dewleta Tirk li gundewarên herêma Bestayê derket 4 roj in didome û nayê vemirandin.

Şirnex - Di encama bombebarana balafirên şer ên dewleta Tirk li gundewarên herêma Bestayê derket her diçe belav dibe. Agir 4 roj in hemû daristanên derdora gundê Mêhrîna dayî ber xwe û didome. Şewata ku bi tu awayî mudaxale lê nayêkirin, her ku diçe belav dibe. Bi hêceta ku herêm qedexeye leşker nahêlin welatî biçin mudaxaleyî şewatê bikin.