Dara ji xweliya Thimama Marimano şînbûyî

Li gorî baweriya Hindiyan dema xudawend Thimama Marimano di merasîma mirina hevjînê xwe de xwe avêtiye nava agir, ji xweliya wê ev dar şînbûye, ji ber wê jî pîroze û cihê îbadetê ye. Ji xwe li derdora perestgeha wê jî hemû ev dar çandine û li ser wê ji şaxê darê sîberek dorfeherh çêbûye.

Navenda Nûçeyan - Dara Tîn El-benxalî bi navê dara xudawend 'Thimama Marimano' jî tê nasîn. Ev dar li nîvgirava Hindistanê xwecih e û niha li seranserî Asyaya Başûr şîn dibe. Weke dareke neteweyî tê dîtin, her wiha di ola Hindê de mezinbûn û firehbûna wê ya domdar sembola bêmiriniyê ye.
Di nava welat de bi demê re bûye sembola bereket, jiyan û ji nû ve zindîbûyîna piştî mirinê dara Thimama Marimano. Gelek şopînerên Hindî, Bozî û baweriyên din, li dora darê benikan digerînin û pêre jî duayan dikin. Weke dara miradane, kî miradek wan hebe diçin ber darê û daxwaziyên xwe dibêjin, herî zêde jî hevjînên zarokên wan çênabin diçin ber û daxwaziya zarokan dikin. Divê kes bi sol neçe binê darê û nêzî wê nebin, ji ber wê jî her kes solên xwe li dur didanin û bi lingên xwas li binê darê kom dibin.
Xudawend Thimama Marimano 
Li binê darê ji bo Nandî (Perestgeha Thimama) îbadetê dikin. Paşê ji binê darê diçin perestgeha Thimama û hevjînê wê ziyaret dikin û ji wan re xwarinê pêşkêş dikin. Divê teqez li ser wan xwarinan biharat û goza hindê jî hebe. Berî ku têkevin perestgeha Thimama ya ku peyîkerê Thimama bi kevirên reş çêkirî kahîn meşaleyekê vêdixe û li ber roniya wê hemû dîdaran pîroz dike. Paşê jî yek çîroka fedekarî û jêhatina xudawend Thimama dibêje û yên dinê hemû li dorê kom guhdarî dikin. Ji xwe li derdora perestgehê jî hemû ev dar çandine û wê jî li ser goristanê ji şaxên xwe yên fereh sîberek dorfereh çêkiriye.
Di heman demê de perestgehên biçûk û peykerên sembolên olî li ser rehê darê datînin. Di baweriya Hindiyan de cihek wê yê giring heye û li gorî qal dikin jinek bi navê Thimama sala 1433’an hevjînê wê jiyana xwe ji dest dide, di merasîmê de xwe davêje nava agir û dişewite. Li cihê ku xwe şewitaniye ew dar şîndibe, ji ber wê jî cihek wê darê yê cuda di nava civaka Hindiyan de heye.  Hindî bawer dikin ku ev ziyaretgeh bîranîne li heman cihê ku Thimama xwe avêtiye nav êgir. Di sala 2001'an de jî di hundirê darê de xirlxalên kevin û hin zêr dîtine. 
Ji gelek nexweşiyan re derman e
Gelek hecî bawer dikin ku dema destê xwe didin darê enerjiyek erênî bidest dixin ku ji bo laş, mejî û giyanê wan gelekî bi sûd e. Heya 10 deqeyan darê hemêz dikin û di ber re jî gotinên di baweriya wan de hêzê bi xwe re tîne dibêjin. Her wiha gelek dermên weke aspirin ku ji qalikê wê tê çêkirin jî hene. Fêkiya wê ya bi navê  tîn benxalî jî hem bi tame hem jî ji bo dermanan tê xebitandin.  Herî zêde jî ji bo nexweşiyên poz û iltîhaba kezebê tê bikaranîn. Di heman demê de Hindî ji wê fêkiyê şêraniyên kevneşopî çêdikin.