Dara ben û fêkiyên wê kewzan

Dara benê ya herî zêde nêzî dara fistiqê ye û bi fetrumekê dikare vegere dara fistiqê ji gewdeyê wê jî benîştê bene yêdermanê gelek derdane diherike.

Navenda Nûçeyan- Dara ben li nava daristanên Botan û Zagrosan bi asêbûn û qewîbûna xwe tê nasîne. Li gorî zimanê herêmê ji darên wê yên mezin re ben, ji yên biçuk ên nû digihin re jî benoşk tê gotin. Dara benê gelek mezin dibe û li derdora xwe sîberek gelek xweş çêdike. Bi qasî 20 metreyan bilind dibe, bi heman şêweyî li derdorê şaxên xwe jî fereh dike.
Rayên xwe baş dibe kurahiyê û cihê xwe qayîm dike. Temenê wê gelek zêde dibe, ji nava xwe  az û asêye, ji ber wê zu ziyanê nabîne. Ji bo parastinê jî divê ji derve ziyan negihe darê. Divê derdora wê vekirî be, baş hewa û tîrêjên rokê bigire. Dara benê herî zêde nêzî dara fistiqê ye û bi fetrumekê dikare vegere dara fistiqê. Ji xwe li Sêrtê her du dar bi hev re li heman herêmê hene, hinek ji wan şaxek kezwane, şaxê dinê jî fistiqe.
Piraniya paleyan ji nava daristanê sîbera dara benê dihilbijêrin û bêhinvedana xwe li binê dara benê dikin. Pale dema derdikevin palehiyê despêkê li cihek sîbera wê xweş digerin ji bo tiştên xwe li binî danin. Navê wê jî li gorî devoka herêmê dibêjin kerebar. Ji bo kerebara xwe jî piranî li darên benê digerin. Dem ali nêzî cihê karê wan darek benê hebe kêf kirine, kerebara wan xweşe heya karê xwe diqedînin. Bi qasî dara çinarê biwêj li ser hene, darek bisud û berekete. Dara benê darek bi bereket û di şeklê xwe de xweşike. Li nava daristanê ji dur ve diyare, ji darên dinê şînbûna wê hinekdin tarîtir xwiya dike.
Ji gewdeyê wê yê mezin jî benîştê bena yê dermanê gelek nexweşiyane çêdibe. Biharan hinek derdora gewde birîn dikin û jê digerin heya peyîzê benîşt komdibe ser hev paşê welatî tên kom dikin.
Bi dawîbûna zivistanê û mizgîniya hatina biharê re pişk dide û li ber tîrêjên rojê yên nermik roj bi roj pelê xwe hinek din vedike. Dema pel baş vedibe vêcarê jî amadekariyên wîşiya dike. Weke tirî ji biharê de wîşiyê xwe derdixe û bi demê re çêdibe. Çawan pelê mêwan dema vedibe ji bo pêçanê tên rakirin bi heman şêweyî pişkên bena jî dema hê nazik tê komkirin û di nava salatê de tê amade kirin. Heya payîzê baş digihije, şîn dibe. Dema komkirina wan jî îlonê heya cotmehê ye. Piranî kewzan bi destê jinan tê komkirin.
Du navê wan weke kewzan û bêwik ji hev cuda dibin. Bêwik ên biçuk û zu dişkên. Kewzan jî hinekdin li gorî bêwikan mezin û qalikê wan qayîme. Tenê cudahiya wan ewe bêwik naziktire wekedin hemû taybetiyên wan hemane.
Piştî komkirinê dişon. Di nava şiştinê de yên sor û çênebûne tama wan tirş li bin avê dikevin ên çêbûne û rengê wan keskê tarî bûye jî ser dikevin. Li ber tavê radixin heya baş ziwa dibe û radikin. Di şevên zivistanê ên dirêj de weke gotz, mewîj, tovikên gulberojan didanin ber xwe û dixwin. Ji bo şikandina wan jî di  vê hinek hêza diranan hebe. Yên diranê wan nebaş bêwikan dixwin ji ber qalikê bêwikan hinek din tenikin. Tenê ne li kêleka çerezan, di heman demê de li kêleka vexwarinan jî bi navê qehwa kezwanan cihê xwe digire. Qehwa kezwanan bi şîr tê çêkirin hem tama wê û hem jî ji bo tenduristiyê ji hemû cureyên vexwarinan bi tam û bisud tire. 
Şêwazê çêkirina qehweya wê jî kezwanên berê hatine hişkirin û weke çerez tên xwarin baş li ser kozan diqelînin paşê jî di hawind an jî conî de baş hur dikin. Ji wî şêwazê hurkirinê re jî tehin dibêjin. Wê tehînê hem bi xavî dixwin, hem dimsê dixin navê dixwin hem jî ji bo qehwê radikin. Dema dimsê dixin navê wêdemê navê wê tê guhertin û dibe marso. Ji ber wê pir amade dikin. Hinek caran jî di dema çêkirina tehînê de ron jê digirin û ji bo nexweşiyan dixin nava dermanan. Ronê wê yê taybet û bisud zedeye dikare bê girtin. Tevahiya zivistanê bi hemû şêweyî tehînê, qehwê û kezwanan dixwin û vedixwin. Ji xwe tehîna kezwanan amadeye û di hemû malên herêm de tê dîtin. Kengê dilê wan bixwaze hema çend kevçiyan dixin cezwe an jî çaydanek biçuk, hinek şîr jî dixin ser piştî kelekê qehqe bi hemû bîn û tama xwe ya xweş amadeye. 
Sabûna kezwanan jî sabûna nebatiya herî baş û bisude. Sabûna wê jî jinên herêmê bi xwe amade dikin. Di serşoyê de bi karanîna sabûna kezwanan hem porê hem jî bedenê nerm û bînxweş dihêle. 
Ji bo taqiyan bazin û gerdeniyan jî tê bikaranîn. Despêkê kezwanên amade yên hatîn çinîn, şuştin û heşk kirin, carek din dixin avê rojekê di avê de dihêlin paşê bi derziyê nava wan vedikin û ta di navê re derbas dikin. Dema wan û moriyan dixin nava hev gelek xweşik li hev tînin. Hem sivik hem jî rengê wê xweşe dikeve nava hemû rengan. Libikên wê hurik û li hev hatîne, ji bo wê herî zêde ji bo bazinan xweşik tê dîtin.
Çiqên dara benê yên hişkdibin û dikevin xwarê jî ji bo kozan gelek xweşin. Ji nava daran darê ben ji bo kozan dibijêrin. Qehweya kezwanan li ser kozên dara benê gelek bi tam çêdibe. Kozên dara benê zu navemirin ji ber wê dema xwarinek herêmî li ser amade dibe hêdî hêdî heya koz vedimirin xwarin jî bi tam çêdibe.